Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû 2024-01-15 20:36:33   AMED - Dengdayîna ku li navçeyên Bismil, Peyas û Farqînê yên Amedê hatibû taloqkirin bi dawî bû.    Dengdayîna ku li navçeyên Peyas, Bismil û Farqînê yên Amedê duh ji ber pirsgirêkên teknîkî hate taloqkirin îro di saetên serê sibê de dest pê kir, bi dawî bû. Balkêş bû ku li navçeyên ku bi sedan delegeyan deng lê bikaranîn tev li bûn zêde bû. Dê piştî hejmartina dengan kesên serbikevin diyar bibin.    PEYAS   Pêşhilbijartina ji ber pirsgirêkên teknîkî duh li navçeya Peyasê hatibûn taloqkirin îro li eywana dawetê ya Ayaz Eleganceyê ya girêdayî navçeyê hate kirin. Tevî hewayê sar û barîna baranê jî 4 hezar û 500 delegeyan li ser 24 sindoqan deng bikaranîn. Dema welatî li derve li benda dengdayînê man agir pêxistin û li dora wî sohbet kirin.    Hilbijêrên ku di nava wan de pîr, astengdarên dîtin, bihîstin û ji lingan hebûn tevî hemû zehmetiyan hatin ser sindoqan û ji bo vîna xwe diyar bikin deng dan. Dayikên ku di Nobeta Edaletê de ne jî di nava hilbijêran de bûn. Dayika Nazîme Boltan a li vir deng bikaranî, xwest ku dengê ku dane di serî de ji bo girtiyan bibe wesîleya azadiyê.    Bikaranîna dengan bi dawî bû û niha deng tên hejmartin.    FARQÎN   Hilbijartina duh li navçeya Farqînê ji ber pirsgirêkên teknîkî hate taloqkirin jî îro hate nûkirin. 2 hezar delegeyan ji bo dengê xwe bidin li Eywana Dawetê ya Gold Parkê çûn ser sindoqan. Dengdayîna ji bo hilbijartina 5 jê jin 13 bernamzetên hevşaredaran hate kirin bi dawî bû.    BISMIL    Li navçeya Bismilê jî hilbijartin ji nû ve hate kirin. Di hilbijartina li Eywana Dawetê ya Zal de hate kirin ji 4 jê jin 10 bernamzetên mêr ên bo hevşaredariya Bismilê delegeyan dengên xwe bikaranîn. Delege çawa ku hatin eywana hilbijartin lê heye, govenda şahiya demokrasiyê gerandin. Piştî axaftina vekirinê dengdayîn li dora saet 14.30’an de hate destpêkirin. Pişt re di 8 sindoqên ji bo hilbijartinê hatin danîn de hezar û 900 delegeyan deng bikaranîn. Pêvajoya dengdanê destpêkê bi taybetî ji bo astengdar, extiyar û nexweşan dest pê kir.    Dengdayîn bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir.