Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin 2024-01-15 17:45:58   STENBOL - Şandeya dadgehê di danişîna dozê ya derbarê Mehmet Bayezît ê bi boyaxa spreyê êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê kiribû hatiye vekirin de biryara berdewama biryara girtinê ya derbarê bersûc de hatibû wergirtin da û danişîn taloq kir.    Kesê bi navê Mehmet Bayezît di 25’ê adarê de bi boyaxa spreyê êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê kiribû. Der barê Bayezît de bi sedema “Zirar gihandiye avahî, tesîs an jî malê partiya siyasî yan jî avadaniya pîşeyî” doz hatibû vekirin. Sêyemîn danişîna dozê li 12’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê hate lidarxistin. Di danişînê de parêzerê HDP’ê Ferdî Yaman amade bû, bersûc Mehmet Bayezît jî tev li danişînê nebû.    Şandeya dadgehê ya dosya lêkolîn kir, anî ziman ku derbarê bersûc Bayezît de biryara girtinê heye û hêj nehatiye girtin. Şandeya dadgehê pişt re biryara “berdewama biryara girtinê” ya derbarê bersûc Bayezît de hatiye dayîn da û danişîn taloqî 13’ê gulanê kir.