Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt 2024-01-15 16:34:36 COLEMÊRG - Hat îdiakirin ku cerdevanê bi navê Yakûp Karadenîz li lojmanên dozgeriyê xwe kuştiye.    Hat îdiakirin ku cerdevanê bi navê Yakûp Karadenîz ê li Taxa Moda ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijiya, xwe kuşt. Cenazeyê Karadenîz ê tê îdiakirin xwe li daîreya qazanê li lojmanên dozgeriyê kuştiye, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşaneya Dewletê ya Colemêrgê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.