Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma 2024-01-15 16:33:42   ÎZMÎR - Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanên Girtîgeha Menemenê, hevdîtina malbatan û girtiyan a vekirî, careke din nîvco ma. Girtiyan bi rêya malbatên xwe anîn ziman ku ew ê nikaribin bi vî awayî derkevin hevdîtinê û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    Di 10’ê çileyê roja çarşermê de hevdîtina vekirî ya girtiyên a li Girtîgeha Tîpa T a Menemen a Îzmîrê ji ber provakasyoan gardiyanan nîvco mabû.    Li heman girtîgehê di 13’ê kanûna 2023’yan de jî ji ber heman nêzikatiya gardiyanan, hevdîtina vekirî ya bi malbatan re hatibû qutkirin û malbat derxistibûn derve. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê jî di çarçoveya girtînameya Midûriyeta Girtîgehê de der barê 7 girtiyan de 10 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê da.    Piştî provakasyona hatiye jiyîn, birayê girtî Emre Yalçin, Mûstafa Yalçin ê der barê tiştên di 10’ê çileye de hatine jiyîn hin agahî parve kir.    Yalçin der barê tiştên hatine serê wan wiha axivî: “Di ketina girtîgehê de gardiyan gotin ku hembêzkirin qedexe ye, me tiştek negot. Dema em ketin hundir, yekser rûniştin, vê carê jî ji me re gotin ‘li rex hev nerûnin.’ Em jî li hemberî hev rûniştin. Piştre jî gotin ‘berê xwe nedin rex xwe’ û me e jî bertek nîşanî vê nêzîkatiyê da. Li gel vê yekê bi dengeke bilind bi me re axaftin. Hevalekê me ji bo ku rewşê biaxive çû cem midûrê girtîgehê lê belê me tu encam bi dest nexist. Me jî li wê derê girtek girt û rewş bi çepikan protesto kir û em derketin.”    GIRTIYÊN SIYASÎ: EM Ê DERNEKEVIN HEVDÎTINÊ   Ji girtiyên siyasî Harûn Yakaç di heman rojê de dayika xwe Hayat Yakaç geriya û xwest peyamên wan ên der barê qedexeyên de bi raya giştî re werin parvekirin.     Ji girtiyên siyasî Harûn Yakaç da zanîn ku ew ê nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan qebûl nekin û ev peyam şand: “Wek fiîlî hevdîtina vekirî dixwazin veguherînin hevdîtina girtî. Di hevdîtinên me yên bi dozger û rêveberiya girtîgehê de jî tu encam derneketin. Em destnîşan dikin ku em ê bi tu awayî hevdîtina wiha qebûl nekin. Em bang li dost û gelê xwe dikin ku bila li dijî vê rewşa derveyî mirovahiyê piştgiriyê bidin me. Bi salan em nekaribin hevdîtinê bikin jî, em ê hevdîtina bi vî awayî qebûl nekin.”