Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin 2024-01-15 16:20:05 AMED - Lijneya Hilbijartina Navçeya Gêlê îtîraza DEM Partiyê ya ji bo “hilbijêrên” li herêma leşkerî hatibûn veguhestin, red kir. Lijne, di biryara xwe de li xwe mikûr hat ku kesên behsa xeberê leşker û polîs in.    Li Taxa Nû ya Gêl a Amedê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan de 878 hilbijêr hebûn û ev hejmar di nava 8 mehan de hezar û 214 deng lê zêde bûn û derket 2 hezar û 88’an. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî “hilbijêrên” veguhestî ku temamiya wan li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê hatine qeydkirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.    LIJNEYA HILBIJARTINÊ: LI QEREQOLÊ HATINE PEYWIRDARKIRIN    Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî biryara “Qismek hat qebûlkirin/ qismek hate redkirin” da. Lijneyê diyar kir ku hezar û 170 kes li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê peywirdarin û 37 kes jî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê peywirdar in. Her wiha got ku 6 kes li navnîşanên xwe rûnanin û biryara “Divê li navnîşana xwe ya li MERNÎS’ê qeydkirî bên şandin...” da. Di daxwaznameya DEM Partiyê de kesekî din jî hebû lê balkêş e ku derheqê vî de tu agahî nehatin parvekirin.    ‘SERÊ HER METREKAREYÊ HILBIJÊR DIKEVE’   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî “hilbijêrên” ku temamiya wan li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê hatine qeydkirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Gêlê Omer Gunduz di îtîrazê de xwest ku qeydên kesên navborî bên jêbirin.    Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de li Taxa Yenîşehîr a Gêlê tenê 878 hilbijêr hebûn. Lê di lîsteya nû de ev hejmar derketiye 2088’an kesan. Li gorî lêkolînên me kirine, tevahiya hilbijêrên me di zêdekê nivîsandine li avahiyên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatine qeydkirin. Şaredariya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin ev qeyde çêkirine. Serokatiya Şaredariya Gêlê ji bo avahiya xizmetê ya li qada Cendirmeya Navçeyê bi hejmara 25/d’ê hejmara deriyê derve daye û di nava vî avahiyî de 40 hejmar daye 40 avahiyên serbixwe. Li van 40 daîreyên xeyalî, 800 hilbijêr hatine qeydkirin. Her wiha ji bo avahiya ku ji bo hejmara deriyê derve navê 25/f lê hatiye kirin jî, li 22 daîreyan 400 hilbijêr bi awayeke xeyalî hatine veguhestin. Bi giştî 1214 hilbijêr bi vî awayî hatine veguhestin.   Herêma ku hezar û 214 hilbijêr lê hatine qeydkirin 800 metrekare ye û bi vê yekê re serê her metrekareyê hilbijêr dikevê. Avahiya ku 25/d hatiye diyarkirin herî zêde 400 metrekareye û avahiyeke 2 qet e. Anku her du qat herî zêde 800 metrekare ye. Serê her metrekareyê hilbijêrek dikeveê. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku hilbijêrên xeyalî ne. Ev kes tevek jî leşker in, zilamên ciwan in û ji navçeyên cuda yên Amedê hatine veguhestin. Tu ji van leşkeran li Gêlê naxebitin. Gelemperiya wan zewicî ne lê navnîşanên hevjînên wan nehatine veguhestin. Heke lêkolîn were kirin dê bê dîtin ku qeydên ceyran û avê yên van hilbijêrên xeyalî nînin. Ev jî nîşan dide ku hatine veguhestin.”     MA / Mujdat Can