Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man 2024-01-15 15:29:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî stasyonên ceyranê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 2 milyon kes bêceyran man.    Dewleta tirk di navbera 12 û 15’ê çileyê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êrişên hewayî pêk anîn. Di êrişan de stasyonên ceyranê, depoyên avê û tesîsên pertol û gazê hedef hatin girtin.    Li gorî agahiyên Konseya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk dane ANHA’yê; Stasyona Gaz û Ceyranê ya Siwêdiyê ya li Dêrik a Kantona Cizîrê di encama êrişan de bi temamî derket derveyî xizmetê. Di heman demê de 7 stasyonên ceyranê yên li kantonên Cizîr û Firatê derketin derveyî xizmetê.    Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rûstem da zanîn ku stasyonên ceyranê yên li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê hatine rûxandin. Rûstem, diyar kir ku bi van êrişan re zêdetirî 2 milyon kes bêceyran mane.