Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû 2024-01-15 12:47:25   AMED - Dayika yek ji kedkarên Çapemeniya Azad Kalo ku tevî gefên kuştinê, zext û êrişan jî tu caran paşvegav neavêt, Mevlûde Yakut diyar kir ku kurê wê kesekî bi doz û gelê xwe re dilsoz bû.    Yek ji belavkarên rojnameyê ku Yilmaz Yakut (Kalo) ku di temenekî biçûk de dest bi belavkirina rojnameyê kiribû û Apê Mûsa (Mûsa Anter) weke “Generalên Min ên Biçûk” pênase dikir, du sal berê wefat kir. Kaloyê Çapemeniya Azad ku tevî her cureyên îşkence, zext û sepanên revandinê jî tu caran ji têkoşîna xwe paşvegav neavet, di 16’ê çileya sala 2022’yan de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Di salên 90’î de ku ketina rojnameyan a li Kurdistanê qedexe bû, Kalo di 15 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameyan kir. Gelek caran hate binçavkirin û ji ber êrişên li naverasta kolanan ji mirinê filitî. Bi rojnameya Ozgur Gundemê dest bi belavkariyê kir û piştre jî heta salên 2010’î rojnameyên Ozgur Ulke, Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Yenî Gundem, Yenîden Ozgur Gundem, Welat û Ulkede Ozgur Gundemê kir.    Mevlûde Yakut   TEVÎ ÊRIŞAN JÎ DEV JÊ BERNEDA   Kalo, bi salan li Amedê tax bi tax, kolan bi kolan, cade bi cade rojname gihand ber dest xwîneran. Di salên ku ketin û belavkirina rojnameyan a bajaran qedexe, Kalo di nava sakoyê xwe yê ku ji bo wî mezin dihat, di nava setila dendikan û hwd. rojname vedişart û belav dikir.    Di zivistana sala 1993’yan de dema li ser Cadeya Melîkahmetê ya Sûrê rojname ji bo aboneyan dibir, endamên hîzbî-kontrayê bi satoran êrişî wî kir û birîndar kirin. Ya ku Kalo rizgar kirî jî rojnameyên ku di bin sakoyê xwe de veşartibû. Ji ber zext û gefan, malbata Yakut neçar ma ku koçî Edeneyê bike. Lê Kalo demekî kin piştre li dijî vê derket û dîsa vegeriya Kurdistanê.    Dayika Kalo, Mevlûde Yakut qala kurê xwe kir ku bi dirûşma “Dê rastî di tariyê de nemînin” rojname belav dikir û têkoşîna xwe didomand.    Dayik Yakut, anî ziman ku du hefte piştî destpêkirina belavkirina rojnameyan Kalo jê re gotiye “An em ê bên girtin an dê bên kuştin” û wiha got: “Her roj dema ji malê derdiket, min li pey wî av dirijand. Jinbirayeka wî got ku Yilmaz birîndar bûye. Dema em çûn nexweşxaneyê, me dît ku 6 kêr lê hatine xistin. Ji ber rojnameyên di bin sakoyê xwe de veşartibû, derbên kêran zêde kûr neçûbûn. Cilên wî parçe parçe bûbûn. Cilên wî di nava poşetekî de bûn. 15 rojan li nexweşxaneyê ma û piştre dîsa dest bi belavkirina rojnameyan kir.”    Bi domdarî Yakut diyar kir ku kurê wê gelek caran hatiye binçavkirin û îşkencekirin û ev tişt anî ziman: “Du sê roj piştî revandina Yilmaz me karî agahî jê bigirin. Ji ber îşkenceya giran a lê hatibû kirin, lamika wî şikestibû. Bavê wî bi xwe re bir nexweşxaneyê. 45 rojan min bi mamayê xwedî kir. Çawa ku bi ser xwe ve hat jî dîsa dest bi karê xwe kir. Min jê re digot neçe lê wî digot; ‘Min soz daye lewma dê biçim.’ Carekê li cihê Nînova AVM’ê mitîngek hate lidarxistin. Me bihîst ku li wir panzerê li Yilmaz da ye. Li ser vê yekê me dest bi lêgeriyaa wî kir lê me nedît. 3 roj piştre hate malê. Di nava heriyê de mabû. Xwe ji me aciz kir û got; ‘Hûn li mala xwe rûdinin û milet li derve tê qetilkirin. Agahiya we ji tiştekî nîne. Bi panzeran ser zarokekî de çûn û dema min ew xelas dikir ketim nava heriyê.’”    Yakut, da zanîn ku Kalo dilsozê karê xwe bû û axaftina xwe wiha qedand: “Kesekî pir jîr bû. Her carê di bin çavan de diranên wî dişkandin. Diranên xwe yên hatine şikandin anîn malê. Min jê re got dê çi bi diranên xwe bikî? Got; ‘ez diranên xwe jî nadim dijmin. Ji ber îşkenceya lê dihat kirin lingên wî her tim reş û şîn bûn. Zehmetiyên wî kişandin ewqas zêde bûn ku mirov çiqas behs bike jî xelas nabin. Vegotina van gelek zehmet e. Ji bo wî tenê tiştek hebû ew jî doza wî bû. Dilsozê doz û gelê xwe bû.”    MA/ Mehmet Guleş