Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn 2024-01-15 11:07:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Delegeyên li Sêrt û Êlihê tev li pêşhilbijartinê bûn diyar kirin ku wan bi demokrasiyê bersiva qeyûman daye. Ji delegeyan Mete Basmaci anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îro li hemû bajaran ketiye pratîkê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarî, endamên Meclisa Şaredariyê û Meclisa Giştî ya Bajar 11 jê bajar bi giştî li 90 navendan pêşhilbijartin li dar xist. Li hinek bajaran gel namzetên xwe hilbijartin û li hinek bajaran jî dê îro tura sêyemîn bê lidarxistin. Li Sêrtê encamên sindoqan eşkere bûn û Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, li Êlihê jî Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun weke namzetên hevşaredariyê hatin hilbijartin.    Delegeyên li Êlih û Sêrtê dengê xwe dayîn têkildarî pêşhilbijartinê axivîn.   ‘JI BO DEMOKRASIYÊ GAVEKÎ GIRÎNG E’   Ji delegeyan Erkan Kumek pêşhilbijartin weke “biryareke di cih de” nirxand û got ku li dijî polîtîkaya qeyûman bersiveke xurt hatiye dayîn. Kumek, wiha domand: “Êdî em bi xwe hevşaredarên xwe hildijbêrin.” Fûat Yildirim jî diyar kir ku ji bo gel bi xwe namzetên xwe hilbijêre, pêşhilbijartin girîng in û ev tişt anî ziman: “Xelk hate vê derê û bi feraseta demokrasiyê dengên xwe dan. Ji bo me ya girîng, tişta bi navê demokrasiyê hatiye kirin e. Ji ber ku nêrîn, daxwaz û fikra gel pir girîng e. Tiştekî pir şefaf bû.”    ‘KESÊN HATIN TAYÎNKIRIN NIKARIN NÛNERTIYA GEL BIKIN’    Bi domdarî Yildirim got ku dê şaredariyê bi ferqekî mezin bi dest bixin û wiha pê de çû: “Em ê careke din ders bidin qeyûman. Her ku ew qeyûman tayîn dikin, em ê bêhtir deng bidin. Em ê tu caran dev ji têkoşînê bernedin. Berxwedan, di cewhera me de heye. Weke gelekî bindest em tenê mafên xwe dixwazin. Gel bi xwe hevşaredaran hildibijêre ji ber ku ev kes nûnertiya gel dikin. Anku kesên hatine tayînkirin tu caran nikarin bibin nûnerên gel.”    ‘DÊ QEYÛM BÊN ŞANDIN’    Serdar Batur jî got ku pêşhilbijartin ji bo demokrasiyê gavekî girîng e û ev nirxandin kir: “Ji sibê ve em ê derî bi derî bigerin û ji bo qeyûman bişînin dê hesaba xwe bikin. Em ê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Hêvîdarim ev sepan bandorê li hemû partiyan bike û namzetên hemû partiyan hilbijêrên wan bi xwe diyar bikin.” Hurînaz Tay jî got ku biryara pêşhilbijartinê pir girîng bû.    ‘MÎNAKA SIYASETA ŞEFAF E’   Abdullah Ertan jî biryara pêşhilbijartinê ya DEM Partiyê weke “siyaseta pak” şîrove kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de tişta jê re dibêjin demokrasiya yekser ev e. Em bi saya têkoşîn, ked û bedelên gelê xwe heta vê rojê hatin. Tiştekî gelek hêja ye. Hêvîdarim ku ji bo pêşerojê, gelê me tiştên heq dike bi dest bixe û ev sepan mayînde bibe. Ez ji vê bibawerim. Bi qasî ku em di vê de biisrar bin dê ji cîhanê re bibin mînak.”    ‘DEMOKRASIYA XURT RÊVEBERIYA XURT’   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk ku hilbijartin li Êlihê dişopand jî ev tişt anî ziman: “Biryarekî dîrokî bû û veguherî tecrûbeyeke dîrokî. Encamên derketin holê hêviyê dide. Gelê kurd her tim pêşengtiya demokrasî û têkoşîna demokrasiyê kiriye. Dîsa wisa bû. Demokrasiya xurt, bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêkan e. Xwebirêxistinkirina rêveberiyên herêmî ya bi vî awayî û diyarkirina namzetan jî vê hêzê mezintir dike.”    ‘DERSA DEMOKRASIYÊ HATE DAYÎN’   Eleqeyeke zêde ya gelê Êlihê ji bo hilbijartinan hebû. Delegeyên ku hêj di saetên zû yên serê sibehê de hatin, encamên hilbijartinê bicoş pêşwazî kirin. Ji delegeyan Bahoz Ozsunal got ku gelê kurd dersa demokrasiyê daye Tirkiye û cîhanê. Ozsunal, wiha dom kir: “Gel, ji bo sûdekî bigihîne demokrasiyê herikî vê derê. Bi demokrasiyê bersivê didin pratîka qeyûm. Israra d demokrasiyê de pir girîng e.”    ‘DIVÊ DI HER QADÊ DE GEL BIPARÊZE’   Ciwanê bi navê Bîlal Toy jî anî ziman ku ji bo diyarkirina vîna xwe çûye ser sindoqê û wiha got: “Ji bo hilbijartina kesên ku îradeya me heq dikin û bikarin nûnertiya wê bikin em hatin vê derê. Em ji bo kesên ku xwedî li zimanê me, çanda me derdikevin û daxwazên gel bi cih bînin hatin vê dreê. Ciwanên me bi tiryakê re rû bi rû ne. Êdî mirov nema dikare li taxên veder bijî. Ji bo vê divê xebat bên kirin û têkoşîneke çalak hebe. Ji bo van jî pêşhilbijartin pir girîng in.”    Hazar Demîr jî got ku ji bo yekitiya gelê kurd ev pêşhilbijartin girîng in û wiha pê de çû: “Divê hevşaredar di navbera kesan de cihêkariyê nekikn û li dijî gel şefaf bin. Qeyûm, xespkirina îradeya gel e. Em dixwazin ev xesp bi dawî bibe. Divê têkoşîn tenê bi şaredariyê neyê bisînorkirin. Divê ji bo azadiya gel têkoşîn hebe.”    ‘ŞÊWEYÊ RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK KETE MERIYETÊ’    Mete Basmaci jî got ku tevlibûna zêde ya gel bersiveke xurt a li dijî sepanên antîdemokratîk e û wiha bi dawî kir: “Gelê me helwesta xwe ya li dijî rejîma qeyûm a xespker nîşan da. Yên îro hatin vê derê ji bo ku sûdekî wan bigihije têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan hatin vê derê. Paradîgmaya demokrasiyê ya birêz Ocalan îro li gelek bajaran kete meriyetê. Ev gelek girîng e. Şêweyê rêveberiya demokratîk kete meriyetê. Ji bo gel xwe bi xwe birêve bibe ev biryar gelek girîng e.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman