Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2024-01-15 09:41:19   STENBOL - Di şewata li Sûltanbeyliyê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê di konteynireke karkeran de şewat derket. Di şewatê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û yek jê giran 2 karker jî birîndar bûn. Li cihê bûyerê komên agirkujiyê, polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin.    Walîtiya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku şewat hatiye vemirandin û 2 karkerên birîndar sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.    Lêkolîna têkildarî şewatê didome û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.