Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin 2024-01-14 16:31:51 COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê ev du roj in berfeke zêde dibare û ji ber berfê rêyên 96 gundan û 202 mezrayan hatin girtin. Xelkê Geverê jî bertek nîşanî rêveberiya qeyûm da.    Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê ev du roj in berfreke zêde dibare. Li navenda bajar bi qasî 50 santîmetreyan, li deverên bilind jî nêzî metreyeke berfê bariya. Li navenda bajar rêyên 18 gund û 42 mezrayan, li navçeya Rûbarokê rêyên 3 gund û 12 mezrayan, li navçeya Şemzînanê rêyên 18 gund û 69 mezrayan û li navçeya Geverê jî rêyên 57 gund û 79 mezrayan hatin girtin.    Komên têkoşîna li dijî berfê yên girêdayî Îdareya Taybet di mijara xebatên vekirina rêyan de pir qels man.    QEYÛM DÎSA TIŞTEK NEKIR    Komên girêdayî Şaredariya Geverê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ji bilî rêyên Bajêrge û avahiyên PÎZOK TOKÎ’yê, rêyên bi sedan deveran venekirin. Rêyên sereke jî tenê bi qasî ku wesayîtek tê de derbas bibe hatin vekirin. Rêyên navenda navçeyê jî gelemperî ji hêla esnafan bi xwe ve hatin paqijkirin.    RÊBEJE JI BER AŞÛTAN HATIN GIRTIN   Li bihurekên Harûna û Şapatanê yên li ser rêbeja Gever-Şemzînanê aşût hatin xwarinê. Rêbeje, ji serê sibehê saet 08.00'an heta niha girtî bû û hat zanîn ku xebatên li vir didomin. Li gorî agahiyan, bihureka Harûnayê piştî 4 saetan hate vekirin û xebatên li bihuereka Şapatanê jî hêj didomin.    Rêbeja Şemzînan-Rûbarokê jî ji ber berfa zêde û bagerê ji hatin û çûnê re hate girtin. Di heman demê de li derdora herêma Doskiyê jî rêbeja Gever-Oramarê ji trafîkê re hate girtin.    WELATIYAN BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DAN    Welatiyên Geverê bertek nîşanî qeyûm dan. Ji welatiyan Ensar Karael got ku ji ber ku li şaredariya wan qeyûm hatiye tayînkirin, tu xizmet û piştgiriyê nagirin. Karael, diyar kir ku xelk mexdûr bûye û ev tişt anî ziman: “Rê girtî ne û em nikarin bixebitin. Divê şaredarî tavilê rêyan paqij bike. Gotina ‘makîneyên kar kêm in’ hincet e.”