Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin 2024-01-14 16:22:52 AGIRÎ - Gulser Ozbay ku piştî 31 sal û 6 menhan hatibû tehliyekirin, li bajarê xwe Agiriyê bi coş hate pêşwazîkirin. Ozbay, tev li pêşhilbijartina DEM Partiyê bû.    Gulser Ozbay (68) ku piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan, li bajarê xwe Bazîd a Agiriyê bi coş hate pêşwazîkirin. Ozbay, di 11’ê çileyê de ji Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tehliye bûbû û îro derbasî warê xwe Bazîdê bû. Ozbay, ji hêla xizm û hevalên xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.    Ozbay û kesên pê re piştre derbasî Eywana Dawetan a Mem û Zînê bû ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li wir pêşhilbijartinê li dar dixe. Ozbay, li vir bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Kesên Ozbay pêşwazî kirin dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Ozbay, li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Bi dehan girtî di girtîgehan de ne û îradeyeke mezin raber dikin. Divê em li hemberî girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bihestiyar tevbigerin.”