Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn 2024-01-14 15:40:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di êrişan de binesaziya herêmê û qadên sivîlan hedef hatin girtin. Di erişan de dayikek û du zarokên xwe birîndar bûn û stasyona ceyranê û çewlika sewalan hatin bombebarankirin.    Dewleta tirk ku di pevçûnên 12’ê çileyê yên li qada Zapê ya başûrê Kurdistanê derbên giran xwar, bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li gel binesaziya herêm3e, her wiha qadên sivîlan jî raste rast hedef tên girtin. Di vê çarçoveyê de gelek bajar, navçe û gund hatin bombebarankirin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Çelebiyê ya Kobanê hate bombebarankirin. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin. Dewleta tirk ku binesazî, saziyên xizmetê û qadên sivîlan yekser hedef digire, stasyona ceyranê ya li Kobanê bi SÎHA’yan hedef girt.    ŞÎRKETA LAVRAÇÊ HATE BOBEMBARANKIRIN   Şîrketa Lavracê ku ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hatibû girtin û piştre ji hêla hêzê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê ve dihat bikaranîn jî sê caran hate bombebarankirin.    LI DIRBÊSIYÊ 3 KES BIRÎNDAR BÛN   Embarên genim ên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê û mala welatiyekî li gundê Girbetliyê hedef hatin girtin. Di encama êrişê de zarokên bi navên Can û Rojan û dayika wan birîndar bûn. Avahî, di êrişê rûxiya. Her sê welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê.    ÇEWLIKA SEWALAN HATE BOMBEBARANKIRIN    Di heman demê de derdora gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê û çewlika sewalan a li gundê Şêx Çoban ê Kobanê jî bi SÎHA’yan hatin bombebarankirin.    KANTONA CIZÎRÊ DAXUYANÎ DA   Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê têkildarî êrişên dewleta tirk li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis û Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Gulistan Îsmaîl daxuyanî xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrişên terorê û qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Rojên înê û şemiyê binesazî, cihên xizmetguzarî û stratejîk ên li gundewarên Dêrik, Tirbespiyê, Rimêlan û Çilaxa bombebaran kirin, her wiha vê sibehê Eyn Îsa bombebaran kir. Di encama van êrişan de saziyên xizmetguzariyê ku av, enerjî û çandinî ji tevahî herêmê re peyda dikirin, ji xiztmetê derketin. Ev binpêkirin û êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî, astengkirin û qelskirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê ye. Em ê li hemberî van êrişan, hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin, destkeftiyên xwe biparêzin, plan û siyasetên koçberî û guherandina demografyaya herêmê têk bibin.”    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em van êrişan şermezar dikin. Banga me ji bo hêzên çalak ên li Sûriyeyê, civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî ew e ku bi erkên xwe rabin û van êrişên dewleta tirk a dagirker bi dawî bikin û hesabê jê bipirsin. Her wiha banga me ji bo gelên herêmê ew e ku pergala xweparastinê xurt bikin, li dora saziyên xwe bicivin û destkeftiyan biparêze. Dê serkeftin a gelan û projeya demoratîk be.”