HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da 2024-01-14 14:59:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan li Zapê de 61 leşker hatine kuştin.    Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk têkildarî pevçûnên di 12’ê çileyê de daxuyanî dabû û ragihandibû ku 9 leşker hatine kuştin. HPG’ê jî têkildarî pevçûnan daxuyaniyek parve kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnan de herî kêm 61 leşker hatine kuştin. Di heman demê de hat diyarkirin ku gelek çek û alavên leşkerî jî hatine desteserkirin.    HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de ji bilî endamên wan Serxwebûn û Rizgar, tu kesan jiyana xwe ji dest nedane.