Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin 2024-01-14 11:23:03   ENQERE - Rozerîn Kurt li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û ev 14 meh in tehliyeya wî ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi îdiaya “halnebaşiyê” tê astengkirin.    Di 9’ê gulana 2016’an de li dijî xwendekarên Zanîngeha Bedlîs Erenê operasyona serdegirtina malan hate lidarxistin û yek ji xwendekarên hatibû binçavkirin jî Rozerîn Kurt bû. Bi îdiayên “Endamtiya PKK’ê” û “Propagandaya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Kurt hate birîn. Kurt, ku di pêvajoya girtinê de li gelek girtîgehan ma, herî dawî jî birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê. Diviyabû Kurt di 26’ê mijdara 2022’yan de bihata tehliyekirin lê bi hinceta cezayê qedexeya hevdîtinê ya di 6’ê hezîrana 2022’yan de, nehat tehliyekirin. Kurt û parêzerên wê jî piştî serlêdanên ji bo îdare û meqamên darazê kirin hay ji vê biryarê bûn. Hat zanîn ku Lijneya îdare û Çavdêriyê bi îdiaya “halnebaşî” tehliyeya Kurt ji bo 3 mehan taloq kiriye û daye 18’ê gulanê.   TEHLIYEYA WÊ CARA DUYEMÎN HATE ASTENGKIRIN   Lijne di 18’ê gulana 2023’yan de civiya û bi hinceta cezayên disiplînê yê di 31’ê çileya 2023’yan de hatiye dayîn, tehliyeya Kurt ji bo 8 mehên din taloq kir û civîna nirxandinê ya din ji bo 11’ê çileya 2024’an taloq kir.    CARA SÊYEMÎN HEMAN HINCET HAT NÎŞANDAN   Kurt, beriya civîna sêyemîn daxwaznameyek pêşkeşî lijneyê kir û xwest ku parêzerê wê jî tev li civînê bibe. Her wiha Kurt xwest ku dozger jî tev li civîna servîsa lijneyê ya di 4’ê çileyê de ku beriya civîna nirxandinê dê bihata lidarxistin. Kurt daxwaza xwe bi awayekî devkî ji gardiyanan re ragihand û ji Kurt re hate gotin ku dê lijne di 11’ê çileyê de bicive. Lê belê derket holê ku lijneya servîsê di 4’ê çileyê de civiyaye û di rapora xwe de îdia kiriye ku Kurt qebûl nekiriye tev li civînê bibe. Di civîna lijneyê ya di 11’ê çileyê de jî hat destnîşankirin ku Kurt bi girtiyên di heman qawîşê de tevdigere, ji bo xebatên personelan nabe alîkar, di “lênûska şopandinê” ya rêveberiyê de helwestên wê yên neyînî hatine nivîsandin û hwd. Lê nehat diyarkirin bê ka Kurt çi helwestên neyînî nîşan daye. Lijneyê ji ber van îdiayan jî Kurt bi “halnebaşiyê” sûcdar kir û tehliyeya Kurt heta 9’3e tîrmehê taloq kir.    ‘WEKE HERÊMA PÎLOT HATIYE HILBIJARTIN’    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û parêzera Kurt, Nûrdan Kiliç da zanîn ku miwekîla wê ji cihên têkildar re gotiye ku dixwaze roja lijne dicive tev li civînê bibe lê biryara ku tehliyeya wê astengkirî jê re hatiye ragihandin. Kiliç, diyar kir ku li heman girtîgehê tehliyeya gelek jinên girtî bi îdiayên weke “Gelek pirtûkan dixwîne, poşman nîne, bihev re dimîne, dernakeve lijneyê” tên taloqkirin û got ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo astengkirina tehliyeyan weke herêmekî pîlot hatiye hilbijartin.