Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê 2024-01-14 09:22:18 AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê dewlet grevên birçîbûnê li ber çavan bigire û daxwazên girtiyan bi cih bîne. Yilmaz got ku divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide Nobetên Edaletê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ne. Ji ber astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran 34 meh in tu nûçe ji Îmraliyê nayê girtin. Girtiyên siyasî yên ku vê rewşê qebûl nekirin û dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, ji 27'ê Mijdarê vir ve di çalakiyan de ne.   Li gel greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li 6 bajaran Nobeda Edaletê yên hatin destpêkirin jî didomin.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Parêzerê Ercan Yilmaz têkildarî daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de axivî.   Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku der barê lêgerînên tazî, astengkirina pêwendîdanînê, lêgerîna liqawîşan, îşkence û muameleya xerab de gelek girtiyan serî li wan daye û got ku li girtîgehan jî polîtîkaya tecrîdê bi awayekî berfireh tê meşandin.   Ercan Yilmaz anî ziman ku mîmariya girtîgehên nû tên avakirin bi taybetî ji bo kûrkirina tecrîdê ye û wiha got: “Dema ku derbasî girtîgehên tîpa F bûn, rêxistinên mafên mirovan, bijîşk, derûnas û parêzeran rexne li van girtîgehan anîbûn ku dê bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan bike. Pêvajoya ku em tê de ne, nîşan dide ku bê rexneyên me çi qas di cih de ne."    ‘TECRÎD CIVAKÊ BÊZAR DIKE'   Yilmaz diyar kir ku li Îmraliyê tecrîdeke ji ya lı girtîgehên Tirkiyeyê cudatirheye û got: "Tecrîdeke ku di termînolojiya mafên mirovan a navneteweyî de weki 'neragihandina mutleq' tê binavkirin." Yilmaz destnîşan kir ku ev nêzî 3 sal in tu hêleke tecrîdê ya ku bi hiqûqê bê ravekirin nemaye û got ku ev kêmasiya ragihandinê gihaştiye rewşeke wiha ku Tirkiye û civaka kurd bi giranî bêzar dike û mînaka herî dawî jî, grevên birçîbûnê yên dorveger in ku girtiyan di 27'ê Mijdarê de dane destpêkirin.    ‘DIVÊ HIKÛMET GREVÊN BIRÇÛBÛNÊ ESAS BIGIRE'   Serokê Şaxa ÎHD'ê Yilmaz diyar kir ku ji bo dawî li aloziyê were divê hikûmet grevên birçîbûnê li ber çavan bigire û daxwazên girtiyan pêk bîne.   ‘DIVÊ RAYA TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE VÊ DAXWAZÊ'   Yilmaz her wiha bal kişand ser Nobedên Edaletê yên li 6 bajaran dewam dikin. Yilmaz anî ziman ku dayik mexdûrên herî mezin ên ên atmosfera vî şerê 40 salî ne û got: “Me wekî ÎHD’ê serdana wan kir. Me diyar kir ku daxwazên wan ên aştiyê gelek mafdar û rewa ne û em her tim li gel wan in. Di vir de ya girîng ew e ku raya giştî ya Tirkiyeyê piştgiriyê bide van daxwazê. Ji ber ku polîtîkayên ewlehiyê yên tên meşandin ew polîtîqa ne ku bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dikin. Ji ber vê yekê pêwîst e Nobeda Edaletê ya ji aliyê dayikan ve tê kirinesas bê girtin."