Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e 2024-01-13 22:43:17 NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkildarî pêvajoya şerî peyamek belav kir û got: "Ji bo pêşîgirtina li mirinê, çi ji destê me bê em ê bikin" û Tulay Hatîmogûllariiyê jî got: "Yekane çareserî diyalog û aştiya birûmet e." Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari li ser medyaya sanal derbarê pêvajoya şerî de peyamek belav kirin. Piştî mirina 9 leşkeran, hevserokan careke din ji b aştiyê bang kirin.    Bakirhan li Stenbolê di civîna bi komeleyên herêmê re got: ""Ji bo pêşîgirtina li mirinê, çi ji destê me bê em ê bikin."   Tulay Hatîmogûllariyê jî di hesabê xwe yê medyaya sanal ê X'ê de sersaxî ji malbatên eskerên mirin re xwest û got: "Yekane çareserî diyalog û aştiya birûmet e."