Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn 2024-01-13 22:34:45   WAN- Pêşhilbijartinên li bajarên Serhedê temam bûn. Li gelek bajar û navçeyan ji ber ku di ser ji sedî 50'î deng negirtin, hilbijartin ma tûra duyan.    Li Colemêrg, Wan, Erzirom, Agirî, Îdir û Mûşê endamên pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) zelal bûn. Li gelek bajar û navçeyan ji ber ku tu bernamzetan di ser ji sedî 50'î re deng negirtin, dê tûra duyan bê lidarxistin.    WAN   Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ji bo 3 jê jin 12 bernamzetan deng hat bi kar anîn. Li navçeya Qelqelî, Serav, Bêgirî, Ebex û Payîzavayê pêşhilbijarttin hat taloqkirin. Ji ber vê dê encama hilbijartina ji bo namzetên Şaredariay Bajarê Mezin a Wanê piştî hilbijartinên li van anvçeyan zelal bibe.    Li navçeyên pêşhilbijartin hatin kirin rewş bi vî rengî ye:    *Westan: Li navçeyê tenê jinek bernamzet e. Di dengdayînê de Bedrettîn Dînçer 35 û Ruknettîn Hakan jî 32 deng girtin. Dê namzet di tûra duyan de diyar bibe.    *Şax: Li Şaxê Reşat Eraslan 107, Alî Osman Baran 47 deng girtin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. Hilbijartin ma tûra duyan.    *Erdîş: Baran Bîlîcî 301, Şakîr Asil jî 123 deng girtin. Ji bernamzetên jin Guler Temel 191 û Menekşe Kizildere jî 176 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan.    ERZIROM   *Xînûs: AHmet Tîma 53 û Naîm Demîr jî 47 deng girtin. Ji bo bernamzetên mêr hilbijartin ma tûra duyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    *Qereyazî: Di hilbijartinê de Fûat Tûtkûn 70 û Yilmaz Tûnç jî 57 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    *Qereçoban: Kazim Erhan 60 deng girtin û Haltî Ûvûn jî 45 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    *Tatos: Abdûrrahman Sever 89 û Nîhat Tek 34 deng girtin. Hilbiajrtin ma tûr aduyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    COLEMÊRG   *Colemêrg: Li navenda Colemêrgê Sînem Seven 248, Vîyan Tekçe 315, Mehmet Siddik Akiş 240, ŞUkru Çalli 272 deng girtin. Hilbijartin hem ji bo bernamzetên jin hem jî ji bo bernamzetên mêr ma tûra duyan.    *Şemzînan: Nazdar Opengîn 281, Medîne Tekîn 142, Naîf Erogûz 142 û Şukru Kaya jî 113 deng girtin. Ji jinan Nazdar Opengîn wekî namzet hat hilbijartin, lê ji bo Naîf Erogûz û Şukru Kaya hilbijartin ma tûra duyan.    MÛŞ   *Mûş: Mehmet Sûat Ertûgrûl 122 û Sirri Soylemez 204 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    *Kop: Arafat Karadagi 89 û Abdûllah Tokyay jî 80 deng girtin. Ji namzetên jin Aryan Dogan 2012 deng girtin û wekî namzet hat hilbijartin. Jib o bernamzetên mêr hilbijartin ma tûra duyan.    *Milazgir: Gulistan Ozel 217, Sema Tekîn 168 û Ahmet Kenan Turker 236 û Îlhamî Eren 89 deng girtin.    *Gimgim: Giyasettîn Aydemîr 233 û Gulbahar Kaya 118 deng girtin û di tûra ewil de hatin hilbijartin.    ÎDİR   *Îdir: Mehmet Nûrî Guneş 177, Mehmet Çirka 70, Huseyîn Akçîn 70 deng girtin. Ji jinan Nejla Kûl 200, Evîn Serhat 114 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan.    *Tozan: Mûstafa Maman 45 û Yilmaz Korkûsûz 43 deng girtin. Hilbijartin ama tûra duyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.    AGIRÎ   *Agirî: Maşûk Arpaç 93, Mehmet Akkûş 89 deng girtin. Ji jinan Hazal Aras 283 deng girtin û di tûra ewil de hat hilbijartin. Jib o bernamzetên mêr hilbijartin ma tûra duyan.    *Bazîd: Kenan Alkan 227, Nûrî Çelîk 148, Gonul Ozturk 140 û AYgul Aşan 134 deng girtin. Hilbijartin ma tûr aduyan.    *Panos: Rojbîn Kartal 176, Solmaz Ozlen 192, Mîr Nedîrhan Ayaz 113 û Cabîr Tozan 119 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan.    *Giyadîn: Adnan Dogan 74 û Evren Demîr 49 deng girtin. Hilbijartin ma tûra duyan. Hat diyarkirin ku dê namzeta jin ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.