Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan 2024-01-13 20:22:28   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Şirnexê jimaartina dengdayînê temam bû. Li Akdenîz a Mêrsînê û li Wêranşar a Rihayê jî dê tûra duyan bê lidarxistin.    Li 10 bajar û navçeyan ji bo diyarkirina hevşaredar û endamên meclisî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî dengdayîna gel, dest bi jimartina dengan hat kirin.    ŞIRNEX   DEM Partî, ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê û, namzetên meclis agiştî ya bajêr û endamên meclisa şaredariyê li 90 navendan sindoq danîn. Yek ji van navendan jî Şirnex bû. Li navenda Şirnecê ji 740 delegeyan 445 jê çûn ser sindoqê. Li sê sindoqên ku li hêwana konferansê ya avahiya Dem Partî ay Şirnexê hatin danîn, 445 delege deng dan.    Dengdayîn ji danê sibehê heta saet 4'Ê êvarî dewam kir. Gelek kes bi kincên xwe yên kurdî hatin cihêd negdayînê û dengên xwe bi kar anîn.    ELEQEYEKE ZÊDE   Beriya hilbijartin dest pê bike, Parlementera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordûyê axivî. Kordûyê got: "Em dizanin ku gelê me bi partiya xwe bawer e. Me vê hilbijartinê jî bi vê baweriyê kir. Em jî ji bo liyaqî vê baweriyê bin, çi ji detsê me tê em dikin."    Bi destpêkirina dengdayînê re welatiyan kaxez û pênûs girtin û yeko yeko dengan hejmartin. Paşê sê sindoqên bi hejmara 1001, 1002 û 1003 hatin vekirin deng hatin hejmartin. Di pêşhilbijartinê de Tûran Saltan 331, Sabrî Soysal 76 û Osman Cavlak jî 38 deng girtin.    Ji bo Meclisa Giştî ya Bajêr jî 6 jin, 10 mêr ji bo bernamzetiyê beşdarî hilbijartinê bûn. Endamê Meclisa Partiyê ya DEM PArtiyê Ahmet ÎStek ku daneyên hilbijartinê eşkere kirin, diyar kir ku dê encam ji navenda giştî re bên şandin û paşê encama dawî ji aliyê navenda giştî ve bê eşkerekirin.    MÊRSÎN   Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jî dengdayîn li Hêwana Dawetê ya Şahê hat lidarxistin. 737 delege deng bi kar anîn. Ji van dengan 16 jê hatin betalkirin. Ji bernamzetan Mehmet Altûntaş 307, Hoşyar Sariyildiz 271, Mehmet Şîrîn Kaya 103 û Mehmet Aliş jî 34 deng girtin. Ji bernamzetên jin jî Nûriye Arslan 260, Zerîfe Genç 157, Fatma Demîr 126, Hulya Ayhan jî 121 deng girtin. Ji bernamzetên mêr Mehmet Altûntaş û Hoşyar Sariyildiz û ji yên jin jî Nûriye Arslan û Zerîfe Genç man tûra duyan.    Tûra duyan dê sibê saet di 10.00'an de li Hêwana Dawetê ya Şahê bê lidarxistin.    RIHA   Li navçeya Wêranşar a Rihayê jî pêşhilbijartin hat lidarxistin. SIndoq li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hatin danîn. Di 6 sindoqan de bi giştî 645 delege deng bi kar anîn. Ji ber ku ji namzetên jin û mêr kesî di ser ji sedî 50 re deng negirtin, hilbijartin ma tûra duyan. Sibê dê delege ji bo bernamzet Hidir Oktay û Fadil Mendanlioglû û Rûken Baran û Dîlan Dogan deng bi kar bînin.