‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’ 2024-01-13 17:25:16 NAVENDAN NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest bi Nobetên Edaletê kirine, diyar kirin ku ji bo ku şerê li welat tê domandin were bidawîkirin, divê Abdulah Ocalan azad bibe.  Çalakiyên Nobetê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Amed, Stenbol û Edene hatine destpêkirin, bi serdanên piştevaniyê berdewam kirin. Çalakiyên Nobetên Edaletê yên li Mêrdîn, Wan û Mêrsînê dihatin kirin jî ji ber diyarkirina hevserokên şaredariyên bajarê mezin û şaredariyên navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro nehatin kirin.   STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Marmara TUHAY-DER’ê de ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêlkirin di roja 32’emîn de berdewam dike. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sancaktepeyê tê domandin. Di çalakiya bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin.    Rêxistinên DEM Partiyê yên Sûltanbeylî û Umraniyeyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û Koma Hevra çû serdana çalakgerên nobetê. Kesên hatine çalakiya nobetê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam kir. Nobeta di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li avahiya komeleyê tê meşandin, bi serdanên piştgiriyê didome. Rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiya îro kirin. Ayşe Ayberk xwest ku Abdullah Ocalan azad bibe. Ayberk piştre ji bo her kesê banga piştgiriyê kir. Çalakiyî bi stranên têkoşînê yên Ayberkê dom kir.    Di çalakiya îro de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 41’an de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.   Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Perwerde û Kedkarên Zanistê (Egîtîm-Sen) hatin serdana çalakgerên Nobeta Edaletê.  Çalakî bi serdanan dom kir.