Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin 2024-01-13 15:31:52   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyê nexweşê giran Abdulmenaf Aytaç ê 70 salî ku bi zehmetî dimeşe were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtîyên Nexweş re Azadî daxuyaniya çapemeniyê ya 488’emîn ku her hefte têkildarî rewşa girtiyên nexweş li dar dixe li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê pêk anî.    Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, girtiyên nexweş bila bên berdan” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci yê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    ‘HATE SIRGUN KIRIN’    Înîsiyatîfê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlmenaf Aytaç ê li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tê ragirtin. Yazmaci, da zanîn ku girtiyê nexweş Aytaç ê 70 salî di 27’ê gulana 2023’yan de hate girtin û xistin Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê û ji ber niha dosyaya wî li Dadgeha Îstînafê ye, di statuya girtî de tê darizandin. Yazmaci di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema li Çanakkaleyê bû ji ber qawişa girtiyên siyasî nebûye ewilî xistine odeyeke yek kesî. Piştî îtaraza malbatê û bi serlêdanên li ÎHD’ê hatin kirin, ji odeya yek kesî hate wergirtin. Lê vê carê jî weke ku malbatê ceza bikin bêyî daxwaza wî ji Çanakkaleyê sirgunî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê kirin.”   ‘GELEK NEXWEŞIYÊN AYTAÇ HENE’    Yazmaci, anî ziman ku nexweşiyên kronîk ên weke şekir, tansiyon, kolesterol û prostatê yên Aytaç hene û bi lêv kir ku her tim neçar dimîne ku dermanan bi kar bîne. Yazmaci, diyar kir ku Aytaç nikare di girtîgehê de bi tena serê xwe bijî û pêdiviya wî bi alîkariya hevalên wî heye. Yazmaci, da zanîn ku malbata wî zehmetiyê dikişîne ku biçe serdana wî û ev rewş jî bandoreke neyînî li tenduristiya wî dike.     ‘DAXWAZA BERDAN Û SEWQÊ’    Yazmaci, xwest ku tedawiya Aytaç ê ji ber pîratî û pirsgirêkên xwe yên tenduristiye nikare di girtîgehê de bimîne were kirin û got: “Em dixwazin ku ji bo malbata wî bikare lê binêre were berdan û di nava vê pêvajoyê de sewqî cihekî ku nêzî malbata wî bê kirin.”