Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin 2024-01-13 10:45:49   STENBOL - Hate diyarkirin ku piştî şer û pevçûnên li Zapê li 32 bajaran bi îdiaya “astengkirina xebatên rêxistinê û çavkaniyên wê yên fînansê” bi ser gelek malan de hatiye girtin û 113 kes hatine binçavkirini.   Duh li qada Zapê ya Herêma Kurdistana Federe şer û pevçûn derket û 9 leşker hatin kuştin û 4 jî hatin birîndarkirin. Piştî kuştin û birîndarkirina leşkeran îro serê sibê li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin. Li Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Çewlîg, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Kastamonû, Qeyserî, Kilîs, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwaz, Şirnex, Dêrsim û Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtin û hate diyarkirin ku heta niha 113 kes hatine binçavkirin.    Hate diyarkirin ku kesên bi îdiaya “astengkirina xebatên rêxistinê û çavkaniyên wê yên fînansê” hatine binçavkirin, birine miduriyetên polîsan ên li bajêr.