Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe 2024-01-13 10:31:58 AMED - Konferansa ku TJA bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî”li dar dixe, dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr diyar kir ku bi konferansê dixwazin berxwedanan jinan a li girtîgehan belavî cîhanê bikin û dixwazin bibin wesîleya piştevaniyeke navneteweyî.   Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar dixe dest pê kir. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin.    Li eywanê pankarta “Bi Jin Jiyan Azadiyê re Ber bi Azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Li konferansê pêşengeheke ku ji wêneyên girtiyan pêk tê jî hate vekirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tev li konferansê bûn.    Di konferansê de ewilî aktîvîsta TJA’yê Kader Ûzûn axivî. Ûzûn a bi gelek zimanan beşdarvan silav kirin, ji girtiyên jin û berxwedana didin mînak dan. Ûzûn, diyar kir ku weke jin li hemû kolanan berxwedana xwe didomînin.    ‘GIRTÎGEH HER TIM BÛN QADÊN BERXWEDANÊ’    Dû re aktîvîsta TJA'yê Hacer Ozdemîr axivî. Ozdemîr, di destpêke de jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Ez di serî de girtiyên ku li dijî tecrîda li dijî Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dan destpêkirin silav dikim. Bi salane em têkoşînê didin. Li erdnegariya kurd lê dijîn çand, ziman û hebûna kurdan tu carî nehat qebûlkirin. Em têkoşînek didin. Em di rewşeke zor û zehmet de derbas dibin. Jinên kurd li girtîgehan bi salan e li ber xwe didin. Berxwedana li girtîgehan ji salên 70'î û Darbeya 12'yê Îlonê ve dest pê kir. Vê demê her kes îşkenceya ku li girtîgehan pêk dihat baş dizanî. Li vir berxwedaneke mezin dihat dayîn. Mazlum Dogan, Sakine Cansiz li cîhanê bûn sembolên berxwedanê. Çiqas berxwedan mezin bû têkoşîna jinan jî mezin bû. Girtîgeh hertim bûn qadên berxwedanê. Em dibînin ku jinên ku di nava tevgera jinên kurd de cih digirin hatine girtin.”   ‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD MEZIN BÛ’    Ozdemîr, da zanîn ku berê dema jinek bihata binçavkirin û bihata girtin di nava civakê de baş nedihat dîtin û wiha bi lêv kir: “Lê belê roj bi roj ev nêzîkatî di nava civakê de guherî. Di dîroka me de Leyla Qasim baş tê zanîn. Li Îranê Şîrîn Elemhulî dema hat darvekirin got 'Ez wek jineke kurd li ber xwe didim, ez bawer dikim ku dê jinên kurd bi ser kevin'.  Li Girtîgeha Amedê îşkenceyeke mezin li Sakîne Cansiz kirin lê tu carî negot 'Ax'. Di nava têkoşînê de çend binçavkirin û girtin çêbûn jî ewqas jî têkoşîna jinên kurd mezin bû. Di nava 4 parçeyan de berxwedan berdewam kir û dike jî."   ‘DIXWAZIN BIBIN WESÎLEYA PIŞTEVANIYEKE NAVNETEWÎ’    Ozdemîr diyar kir ku bi konferansê dixwazin berxwedanan jinan a li girtîgehan belavî cîhanê bikin û dixwazin bibin wesîleya piştevaniyeke navneteweyî. Ozdemîr, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çima em vê konferansê li dar dixin? Em dizanin ku di girtîgehan de ne tenê jinên kurd hene. Li cihên din jî girtiyên siyasî hene û berxwedaneke mezin heye. Hêviya me ew e ku ev konferans bibe bingehek. Di rojên pêş de dê xebatên mezin bên kirin. Ew ê bigihîje armancekê û bi pêş ve biçe. Em vê konferansê bi taybetî diyarî Şîrîn Elemhulî, Leyla Qasim û Sakîne Cansiz dikin. Her wiha em di şexsê Sabahat, Ayla, Fîgen û Leyla de hemû girtiyên jin ên li girtîgehan di hucreyên sar de ne, silav dikin. Dibe ku ew bi fizîkî ne li vir bin, lê ew di nav me de ne. Serkeftin a jinan e, yên li girtîgehan li ber xwe didin.”   ‘TEVGERA JINÊN KURD PARÇEYEKE TÊKOŞÎNA ENTERNASYONAL E’    Parlamentera berê ya Îrlandayê Martîna Anderson, kêyfxweşiya xwe ya tevlîbûna konferansê anî ziman û wiha axivî: “Tevgera Jinên Azad a Kurd parçeyeke têkoşîna enternasyonal e. Hûn bi îdeolojiya ku baviksalarî çêdike û didomîne û şîdetê diafirîne re rû bi rû ne. Hûn ji bo civakeke demokratîk têdikoşin. Dema ez hatim dinê li bakurê Îrlandayê daxwaza hemwelatîbûnê dihat kirin. Li hemberî wan cudakariyek hat kirin û dewletê şîdetê bikaranî, lê komarparêzan li hemberî 6 dewletên ku dejenerebûyî li ber xwe dan û li dijî veqetandina welat şer kirin. Muhafazakarên Îrlandayê rola jinê qet qebûlnedikirin. Li dijî normên civakî wêrekbûna jinên komarparêzan dihat wateya ku bên cezakirin. Di sala 1985’an de bi hinceta ku komplo li 4 rêhevalan hat kirin em hatin sûcdarkirin û hatin girtin. Li Londonê 600 mêr û em du jin girtî man. 13 salan em girtî man û bi heman tacizan re em jî rûbirûman. Li hemberî mahremiyetiya me êriş pêk hatin. Pişre me sirgunê girtîgeha ku hezar mêr lê diman kirin. Hinek kes digotin bêdeng bimînin, lê pêwistbû ku em zincîran bişkînin. Piştre li Îrlandayê peymana 'Îna bixêr' hat îmzekirin. Girtiyên siyasî piştre hatin berdan. Lê piştî ku em serbest hatin berdan hin welat li me hatin qedexekirin.”   ‘HÛN BI TENÊ NAMEŞIN’    Anderson, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi girtina xwe serbilind im. Ez tevli hilbijartinan bûm û di sala 2011'an de bûm wezîr. Mafê mirovan û edaleta civakî ji bo min bû rêberek. Ez 6 caran çûm Filistînê. Nehiştin ez biçim Xezayê. Şahidbûna qirkirinê dilê min pir diêşîne. Dema ez endama Parlamentoya Ewropayê bûm min bal dikişand ser binpêkirina mafên mirovan û bêedaletiya ku pêk dihat. Dema parlamenter di greva birçîbûnê de bûn ez hatim Tirkiyeyê lê polîsan bi êrişan me ji girtîgehan dûr xist. Me bi dîmenên ku kêşandî parvekir. Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li malê di greva birçîbûnê de bû min serdana wê kir. Ez niha carek din hestên xwe yên piştevaniyê bi Leylayê re parvedikim. Hûn di nava rojên tarî de bi tenê nameşîn, dê rojek roja me bê. Em ji bo piştevanî û rêhevaltiya we spas dikin.”   Piştre aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Weke jineke erdnîgariyeke ku şaristaniyên mezin daye cîhanê, li vir bi we re gelekî bi qîmet e. Bi sedan jin li Amedê konferansê li dar dixin û bi taybetî jî ev yek weke pêvajoyeke dîrokî bi nav dikim. Hevalên ku 30 sal in bi îradeyeke mezin li ber xwe dane hene. Ez wan ji dil silav dikim. Hevalên me yên ku di nav me de ne û bi azadiyê bawer in û hê jî di girtîgehê de li benda berdanê ne hene. Ez hemû rêhevalên me yên li hemû zindanan li ber xwe didin, bi dil û can silav dikim.”   ‘DEWLET JI BO SERÎ BI JINAN BIDE TEWANDIN WAN DI GIRTÎGEHÊ DE DIHÊLE’    Ektiyê bal kişand ser dema di girtîgehê de bû û wiha got: “Min di zarokatiya xwe de girtîgeh nas kir. Mala me nêzî girtîgehê bû û min dengê hevalên me yên dirûşm berz dikirin, dibihîst. Ez 10 salan di girtîgehê de mam. Li Girtîgeha Sêwazê gelek hevalên jin ên ji Kurdistan û Tirkiyeyê anîbûn hebûn. Sêwaz wekî herêma pîlot hatibû hilbijartin. Li vê girtîgeha îşkence li girtiyan dihat kirin 7 salan mam. Gelek hevalên min ên li vir bi salan di girtîgehê de man hene. Ez bextewar im ku niha dîsa li gel wan im. Dewlet ji bo jinan terbiye bike û serî bi wan bide tewandin wan di girtîgehan de dihêle.”   ‘BI PÊŞENGTIYA JINAN RASTIYEKE SERHILDANA GEL HEYE’    Ektiyê, bi lêv kir ku gelek rêhevalên wan bedena xwe dane ber agir û wiha got: “Deynê me yê ji bo hevalên me yên bedena xwe dane ber agir heye. Di salên 80'ê de Sarayan li ber xwe dan. Her wiha Kemalan li ber xwe dan. Di salên 90'î de rêhevalên me yên mîna Sema bedena xwe dan ber agir. Bi têkoşîna hevpar a gelek hevalên me yên li sirgunê em têkoşîna xwe dikin yek û konferansa xwe li dar dixin. Li Rojhilat bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi pêşengiya jinan rastiyeke serhildana gel heye. Şoreşa Rojava li hemû cîhanê olan da ev bû nîşaneya serhildana jinan.”   ‘DIXWAZIN BI RÊYA TECRÎDÊ VÎNA ME TÊK BIBIN’    Ektiyê bal kişand ser belavbûyina dirûşma “Jin jiyan azadî” ya ku li ser esasên paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Ger îro ev dirûşm tê berzkirin ev nîşaneya serkeftina têkoşîna jinan a sedsala 21'emîn e. Bi rêya tecrîdê tê xwestin vîna me têk bibin. Di navbera tecrîd û îdamê de ferqî tune ye.”   Ektiyê, da zanîn ku wê têkoşîna jinan û serhildana jinan a hevpar li hemberî şerê zihniyeta serdest a mêr a Rojhilata Navîn bisekine û wiha dewam kir: “Yek ji beşa girîng a vê têkoşînê jî serhildana hevalên me yên di girtîgehan de ne û sekna wan e. Di serî de Îmrali serhildana hemû rêhevalên me ew ê van êrişan têk bibe. Çend nifş bin bila bin, em ê bi serbilindî û bi eniya pak bimeşin. Em ji her hevalên ku vê kevneşopiyê hildigirin spas dikin. Baş e ku ez nifşeke têkoşîna jinê me.”   Piştî axaftinan navber dan konferansê. Piştî navberê wê bi serenavê “Nêrînek li hemberî girtîgehên Tirkiyeyê yên îro” rûniştina ewil konferans dewam bike. Piştre jî wê rûniştinên bi sernavên “Têkoşîn û tecrubeyên girtiyên jin ên siyasî” , “Di girtin û darizandinên siyasî de hiqûqa neteweyî-navneteweyî” bên lidarxistin.