Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne 2024-01-13 10:30:28 AMED - Dayika Aştiyê Remziye Tek a bertek nîşanî neberdana Halîse Aksoy a ji ber beyanên şahidê vekirî 9 meh in girtiye dan, wiha got: “Gelê kurd dê tu car li dijî zilma wan serî netewîne.”   Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê endamê HPG'ê di hundirê qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin, ji ber beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên “mala wê mala bibawer bû” nêzî 9 meh in girtî ye. Danişîna doza duyemîn a derbarê Halîse Aksoyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin duh li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Aksoy a tevî ku gelek nexweşiyên wê hene û temenê wê mezin e nehate berdan ev peyam da: “Min mereq nekin, ez li vir li ber xwe didim.”   Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê li rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê tê meşandin de cih digirin û di nobetê de hîn bûn ku Aksoy nehate berdan, bertek nîşanî biryarê dan.    ‘EM HEMÛ DAYIKA HALÎSE NE’    Yek ji endama Meclisa Dayikên Aştiyê Remziye Tek, bertek nîşanî neberdana Aksoyê da û wiha got: “Bila herkes bizane ku em hemû dayika Halîse ne. Girtina dayika Halîse şermeke ku ev dewlet nikare ji binî rabe ye.”   Tek, bi bîr xist ku Aksoy, cenazeyê lawê xwe Egît Îpek di qûtiyê de wergirtibû û wiha berdewam kir: “Dayikeke ku cenazeyê lawê xwe di qûtiyê de wergirtiye, bizane ku dê sed salên din jî di girtîgehê de bimîne dest ji berxwedanê bernade. Yekê ji me bigirin dê bi sedan kes bên şûna wê.” Tek, anî ziman ku heta ku sax bin dê doza Dayika Halîse bidomînin û ev tişt gotin: “Temenê me têra neke dê zarokên me, yên zarokên me têra neke dê neviyên me vê dozê bidomînin. Bila vê baş bizanin ku kurd dê ji zilmê re tu car serî netewînin.”   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Ferîde Coşkûn jî biryara neberdana Aksoyê şermezar kir. Coşkûn, got ku “Em hemû dayika Halîse ne” û wiha axivî: “Em hemû dayik in, kezeba me hemûyan dişewite. Ji ber wê em tên li vir nobeta edaletê digirin. Em vê şermezar dikin û dixwazin ev tecrîda li ser girtiyan demildest bi dawî bibe.”