Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin 2024-01-13 09:03:17 MELETÎ - Li Meletiyê ku piştî erdhejan serlêdanên ÇED’ê zêde bûn, Berdevkê MALÇEP’ê Hasan Kaya diyar kir ku bi ÇED’an xwezaya Meletiyê tê talankirin. Li Meletiyê ku yek ji bajarên ku ji erdhejên Mereşê bandor bibû, li aliyekî bi rijandina kavilan li aliye din jî bi HES, RES, JES, komir û madenên wekî, sifir, krom, nîkel, hesin, toryûm, çinko, risas, platîn, tîtan, manganez, pîrît, boksît, barît, kalay tê talankirin. Li gorî daneyên Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (MALÇEP) hejmara serlêdanên ÇED'ê yên beriya erdhejê 750 bû, lê  ev piştî erdhejê derket 1300'î. Li Meletiyê bi biryara ku "ÇED nayê xwestin", ekolojiya 12 navçeyan bi xebatên madenê tê xerakirin.   Li gorî daneyên MALÇEP'ê, xebatên ku li navçeyên Meletiyê bi destûra ÇED'ê û "raporên nepêwîst" tên kirin wiha ne: Erxewan: Kana zêr, komir, bendav û projeya RES. Argan: Mermer, bendav, kana zêr û kargeha çîmentoyê. Erebgir: Kanên kevir û qûmê, projeya HES û RES. Li Battalgaziyê: Kargehên kevir û qûmê, kargehên betonê, HES, projeyên bendavan. Arende: HEPP, qûm û kanan, projeya kana zêr. Wêranşar: Kana zêr, bendav, kana kevir û qûmê, projeyên HES û RES. Li Doğanyolê: Karên kevir, qûm û zozanan, projeyên bendavan. Hekîmxan: Projeya kana hesin, krom, kanza û zêr. Îzolî: Kaniyên kevir, qûm û zozan, bendav. Li Kuluncak: Mermer, granît, ore, torium, zîv, projeya HEPP. Şîro: Quartz, kana kevir û qûmê, projeya bendavê. Li Yazihanê: Kana kevir, qûm, zozan û kevrê, HES, kargeha çîmentoyê. Çirmik: Kargehên kevir, qûm û zozanan, tesîsên betonê, HES û projeyên bendavê.   Berdevkê Demê yê MALÇEP'ê Hasan Kaya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Kaya ragihand ku bi erdhejê re serlêdanên ÇED'ê yên li Meletıyö zêde bûne û destnîşan kir ku divê civak li dijî wêrankirina ekolojiyê derkeve.   'TALANKIRINA XWEZAYÊ LI MELETIYÊ ZÊDE BÛYE'   Kaya anî ziman ku piştî erdhejê li Meletiyê wêrankirina ekolojiyê her ku diçe zêde dibe û ev tişt gotin: “Bi biryarên ÇED’ê re li gelek gundan xerakirina ekolojîk pêk hat. Ji xelkên gundan re dibêjin em ê gundê we geş bikin, em ê rêya we çêbikin û xelkê gundê we dê li wir bixebitin. Lê ew pirsgirêkên ku wê çêbikin ji mirovan re nabêjin. Di meha dawî de 25 ÇED'ên nû hatin dayîn. Bi vê destûra ÇED'ê li herêma deşta Korûcû ya navçeya Wêranşarê û li navend û navçeya Sergolan a Semsûrê 40 projeyên RES'ê tên meşandin. Sedema ku em li dijî enerjiya bayê nerazî ne ew e ku ew dengek zêde çêdike û dê bibe sedema qirêjiya deng. Ji ber vê yekê em îtîraz dikin. Heke hûn li qadeke daristanî RES çêkin hûn ê daran bibirin û bibin sedema tune kirina sewalan."   'DIVÊ CIVAK DENGÊ XWE BILIND BIKE'   Kaya destnîşan kir ku li çiyayên Meletiyê ji ber kolandina kan, mermer, çîmento û xebatên lêgerîna madenê tu dar nemaye û wiha got: “Li çiyayan ji ber kan û keşfa madenê ne dar û ne jî giya maye. Wêneyek bi tevahî tazî heye. Hem zirareke mezin dide daristanan û hem jî li gundan. Ji ber vê yekê ev proje bi tevahî projeyên hilweşandinê ne. Civakê neçarî koçberiyê dikin. Li dijî vê talanê divê civak dengê xwe bilind bike û li dij derkeve."   'EM JI BER ERDHEJÊ NEMIRIN LÊ WÊ ASBEST ME BIKUJE'   Di dawiya axaftina xwe de Kaya bal kişand ser qirêjiya kavilên li qada jiyana mirovan tên rijandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebatên rakirina kavîlan û hilweşandina xaniyên xesara mezin girtinê li Meletiyê hê bi dawî nebûne. Her wiha kavîlên ku tên rijandin jî cihên weke nêzî qada jiyanê yê tên rijan din û ev jî dibe sedema asbest û di pêşerojê de xetera kanserê çêdikin. Di dema hilweşandina kavilan de pêdivî ye ku av were rijandin. Lê belê ji ber ku av têra xwe nayê rijandin, ewrekî tozê bajar digire. Li Wêranşarê kavîl li qada ku ava vexwarinê û zeviyên çandiniyê hene tê rijandin. Ev yek jî ji bo tendûristiya mirovên li wir dijîn xetereyan derdixe. Ji ber vê yekê erdhejê em nekuştin, lê ev asbest wê me bikujê."   MA /Mahmût Altintaş