Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an 2024-01-13 08:34:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara leşkerên li Zapê ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin hatin kuştin derket 9’an.    Dewleta tirk li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê nîsana 2022’yan de operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin. Şer û pevçûnên li herêman berdewam dikin. Hejmara leşkerên ku di şer û pevçûnên duh li Zapê diqewimîn de hatin kuştin zêde bûn.    Hejmara leşkerên hatin kuştin derket 9’an û 4 jî jê birîndar bûn.    NAVÊN LEŞKERAN    Serpel Gokhan Delen, çawişên pispor Serkan Sayin, Hakan Gun, Ahmet Koroglû, leşkerên bi peyman Kemal Batûr, Muslum Ozdemîr, Emrûllah Gulmez, Mûrat Atar û Mûhammed Tûnahan Evcîn.”