Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn 2024-01-12 23:02:33   NAVENDA NÛÇEYAN- Hat ragihandin ku li Zapê di şer de 6 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.    Operasyonên Tirkiyeyê yê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsana 2022'yan ve didomin. Hat hînkirin ku îro li Zapê pevçûnên dijwar rû dane.   Wezareta Parastinê daxuyand ku di "Tevgera Pençe-Kilîtê" de 6 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.