Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan 2024-01-12 20:31:28   MELETÎ - Fadil Şenyşarê di doza der barê êrişa li ser malbata Şenyaşarê de zêdetirî 5 salan girtî, nehat berdan. Danişîn taloqî 15'ê Adarê hat kirin.    Danişîna 3'yem a doza der bar komkujiya li hemberî malbata Şenyaşarê de ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvan û xizmên wan Parlementerê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildizê ve 3 kes hatin qetilkirin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hat lidarxistin. Danişîna doza ku 4 jê girtî 30 kes tên darizandin de,  li avahiya xizmeta pêvekî ya Dadgeha Ceza ya Giran a li navçeya Çîrmîkê hat lidarxistin. Fadil Şenyaşarê ji ber dozê zêdetirî 5 sal in gitiye ji Girtîgeha Xarpêtê û bersûcên girtî yên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê dimînin bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    Her wiha Emîne Şenyaşar ku di komkujiyê de hevjînê wê û du kurên wê hatin qetilkirin, kurê wê Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û parêzerên malbata Şenyaşarê jî li hêwana danişînê amade bûn. Parlementerên DEM Partiyê Omer Ocalan û Kezîban Konûkçû, Hevserokê DEM PArtiyê yê MEletiyê Nazim Bayram, Endamên Şaxa OHD a Riha û Dîlokê û endamên ÇHD'ê û nûnerên Baroya Rihayê wekî temaşevan beşdarî danişînê bûn.    Parêzerên malbata Şenyaşarê bal kişandin ser dema girtinê ya Fadil Şenyaşar û doza berdana wî kirin.    Heyeta Dadgehê biryara domandina girtinê da û ji bo xalên kêm ên dozê bên temamkirin, dozê taloqî 15'ê Adara 2024'an kir.