Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike 2024-01-12 20:03:34   ENQERE – Di Doza Kobanê de dê siyasetmedara girtî Gultan Kişanak, roja duşemê der barê esasê de des bi parastinê bike.    Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome.    KIŞANAK DÊ PARASTINÊ BIKE   Di danişîna îro de piştî parastina parêzeran biryar hat dayîn ku Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, parastinê bike.    Kişanak dê di 15'ê Çileya 2024'an de dest bi parastina xwe bike.