Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe 2024-01-12 17:01:48 NAVENDAN NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran Nobeta Edaletê didomînin, xwestin ku li Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn bê rakirin û wiha gotin: “Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe.” Çalakiyên Nobetê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Amed, Stenbol, Wan, Îzmîr, Mêrdîn, Edene û Mêrsînê hatiye destpêkirin, bi serdanên piştevaniyê didomin.    STENBOL      Çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Marmara TUHAY-DER’ê de ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêlkirin di roja 31’emîn de berdewam dike. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sancaktepeyê tê domandin. Di çalakiya bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, Hevserokên Komeleya Çavderiya Koçê (GOÇÎZDER) Mehmet Bogakan û Pinar Kandalê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin.     LI DIJÎ TECRÎDÊ DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Hevserokê GOÇÎZDER’ê Mehmet Bogakan ê li vir axaftineke kurt kir, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Bogakan, diyar kir ku li tu dera cîhanê tecrîdeke wiha nîne û got: “Ez bawer dikim ku tecrîda li ser birêz Ocalan em ê bi têkoşînê rakin.”   Pişt re Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol ê nameya Hakan Adiguzel ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ji Nobeta Edaletê re şand, xwend.    ‘DIVÊ LI HER QADÊ XWEDÎ LI ÇALAKIYA ME YA BIRÛMET DERKEVIN’    Peyama Adiguzel wiha ye: “Weke hûn dizanin li Îmraliyê tecrîd û pêkanînên bi keyfî berdewam dikin. Tevî vê yekê çalakiya me ya greva birçîbûnê ya 10 rojan bidorveger didome. Heke di çarçoveya daxwazên me de gav neyên avêtin dê çalakiya me bigihe asta herî jor. Rewşa me niha baş e. Em dixwazin li her qadê xwedî li çalakiya xwe ya bi rûmet derkevin. Em we hevalên xwe û gelê xwe silav dikin.”    EDENE     Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 40’emîn de berdewam kir. Nobeta di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li avahiya komeleyê tê meşandin, bi serdanên piştgiriyê didome. Rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiya îro kirin. Di çalakiya îro de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Di nobetê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyan daxwaza azadiyê hate kirin.    ÎZMÎR       Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiya destpêkirin jî di roja 9’an de didome.   Li eywana çalakiyê pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan", "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bûcayê û rêveberên Komeleya Piştevanî û Çandê ya Wêranşar-Serêkaniyê serdana nobetê kirin.    TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN    Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Wêranşar-Serêkaniyê ya Îzmîrê Ahmet Gultekîn ê di nobetê de axivî, wiha got: “Edalet û demokrasî ji bo herkesê lazim e û tişteke ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye ye. Heke pirsgirêka kurd li Meclisê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, ez bawer dikim ku bêkarî dê ji holê rabe, aborî baş bibe û aştî û aramî bê. Pirsgirêka ewil a Tirkiyeyê ev e û ji bo vê bi salan e em têdikoşin. Yekane armanca me pêkhatina aştî û aramiyê ye. Ev tenê ne pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Em ji vê pirsgirêkê nerevin û topyekûn têbikoşin.”   Hevseroka HDP’a Bûcayê Nûrşen Ataman jî xwest ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û Nobeta Edaletê ya li derve hatiye destpêkirin bê kirin.    MÊRSÎN      Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 40 roj in didome. Di nobeta di pêşengtiya Dayikên Aştiyê berdewam kir de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.    WAN      Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 39’an de didome. Bernamzetên DEM Partiyê û şêniyên Taxa Emînpaşa a navçeya Artemêtê serdana nobetê kirin.    Hanîfe Koçak a tev li çalakiya nobetê bû, diyar kir ku ji bo ku şer û xwîn bisekine di çalakiya nobetê de ne û wiha got: “Ez bang li hemû gelan dikim; bêyî ku di girtîgehan de rewş xerab bibe divê herkes dengê xwe derxîne. Em ne ji bo şer an jî hinekan bikujin li vir in. Em ji bo edaletê li vir in. Bila herkes xwedî li girtiyan derkeve. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bi dawî bibe. Heke tecrîda li ser Îmraliyê rabe dê tecrîda li ser hemû girtîgehan rabe. Ne tenê dayikên kurd, bila dayikên din jî rabin ser piyan.”   Çalakiya nobetê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.     MÊRDÎN      Nivîskarên kurd ên li bajêr û gelek kesan îro serdana Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê didome kirin. Di Nobeta Edaletê ya bi stranan hate domandin de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.    Yek ji Dayikên Aştiyê ya di Nobeta Edaletê de cih digire, diyar kir ku divê dilê dayikan êdî zêdetir neşewite û got: “Êdî bes e.” Dayika Aştiyê Hasret Aslan jî anî ziman ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin.    Dayika Aştiyê Adliye Yilmaz jî got ku “Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe” û xwest tecrîd bi dawî bibe û azadiya Ocalan pêk were.    AMED     Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 40’an de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.   Rêveberên Koma Şêwirmendê Darayiyên Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Enstituya Kurdî ya Amedê serdana çalakiyê kirin. Meryem Soylû ya bi stranên gotin kesên di çalakiya nobetê de hestiyar kirin wiha got: “Ji bo ku mirov stranên xweş bibêje divê tiştên xweş bijî. Me heta vî temenê xwe tiştên xweş nedîtin, dewlet zarokê di dêrgûşê de jî weke dijmin dibîne.” Çalakvanan diyar kirin ku heta ku azadiya Abdullah Ocalan pêk were dê çalakiya xwe bidomînin.    Nobeta Edaletê bi stranên hatin gotin berdewam kir.