Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim 2024-01-12 14:17:43   AMED - Dadgehê derbarê Halîse Aksoy a nêzîkî 9 meh in bi beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik girtiye de biryara berdewama girtina wê da. Aksoy, ji kesên ji bo piştevaniya wê li eywana danişînê bûn re wiha got: “Mereq nekin ez li ber xwe didim.”   Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê endamê HPG'ê di hundirê qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin, ji ber beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên “mala wê mala bibawer bû” nêzî 9 meh in girtî ye. Danişîna doza duyemîn a Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.    ŞAHIH: EZ LI MALA AKSOYÊ NEMAM   Girtî Aksoy, parêzerên we Necat Çîçek û Zeynep Karayilan li danişînê amade bûn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Ceylan Akça, Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan şopand. Di danişînê de şahid Hatîp Guney ê tev li rêxistinê bûye û pişt re teslîm bûye hate guhdarkirin. Guney, îdiayên ku “mala Aksoyê weke mala biewle bikardianî” qebûl nekir. Guney, bi lêv kir ku Aksoy li HDP’a Amedê dîtiye û tu diyaloga wê pê re nîne. Guney, anî ziman ku Aksoy zêdetir li ser medyayê nas dikir û da zanîn ku li mala Aksoyê nema ye.    Dozgerê piştî guhdarkirina şahid mutalaya xwe pêşkeş kir, xwest ku biryara berdewama girtina Aksoyê bê dayîn.    Aksoy, a bi rêya tercuman têkildarî girtina xwe parastina bi kurdî kir, wiha got: “Ez daxwaza berdewama rewşa girtinê qebûl nakim. Bi awayekî neheqî li vir im. Bêbextî li min tê kirin. Ez dixwazim bêm berdan.”   ‘DELÎLÊN ŞÊNBER NÎNIN’    Parêzer Necat Çîçek, anî ziman ku mutalaya dozger a têkildarî berdewama girtinê qebûl nakin û wiha axivî: “Tê gotin ku alîkariya xurek ji muwekîla me re hatiye kirin lê di navbera dîrokên ku alîkarî hatiye kirin de nakokî hene. Di navbera beyanên ku îtîrafkar Umît Akbiyik li miduriyeta polîsan û dozgeriyê dane de nakokî hene. Di îfadeyan de beyanên şênber nînin. Piştî ku îdianame teblîxî îtîrafkar Umît Akbiyik hatiye kirin beyanên nû hatine gotin. Li ser tiştên di îdianameyê de hatine gotin beyan hatine dayîn. Di dosyayê de tu delîl nînin.” Çîçek daxwaza berdana muwekîla xwe kir.    ‘BEYAN BINAKOK IN’    Parêzer Zeynep Karayilan jî bi bîr xist ku ji bo şahidê nepen were guhdarkirin danişîna beriya niha de biryar hate dayîn lê têkildarî guhdarkirina şahidê nepen ji cihên têkildar re nivîs nehatiye nivîsîn. Karayilan, xwest ku vê rewşê nekin sedema berdewama girtinê. Karayilan xwest ku heke şahidê nepen were guhdarkirin bila di danişîneke ku ew amade bin de were guhdarkirin. Karayilan, bi bîr xist ku îtîrafkar Umît Akbiyik di 3 rojan de li ser zêdetirî 600 kesan de îfade daye û wiha axivî: “Ne pêkane ku tişteke wiha hebe. Beyanên ku Umît Akbiyik dane binakok in û ne diyar e ku çawa hatine amade kirin. Îdiayên derbarê muwekîl de îdiayên razber in û ji ber temenê nexweşiyên wê jî hene. Dixwazim were berdan.”   ‘BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ’    Şandeya Dadgehê ji ber gumana revînê, gumana sûcên bihêz û îdiayên derbarê wê de ji sûcên katalog in derbarê Aksoyê de biryara berdewama girtinê da û danişîn taloqî 19’ê nîsanê kir.    AKSOY: MIN MEREQ NEKIN EZ LI BER XWE DIDIM    Aksoy, ji biryara berdewama girtinê ya dadgehê re wiha got: “Bêbextiyên derbarê min de îspat bikin. Ez çima li vir têm ragirtin.” Li ser vê yekê kesên li danişîna eywanê bi çepik û tilîliyan rewş şermezar kir. Li ser gotina kesên li eywanê ya “Dayika Halîse mereq neke em bi te re ne” Aksoy li eywanê zivirî û ev bersiv da: “Min merek nekin ez li vir li ber xwe didim.”   PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN      Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parêzera Aksoyê Zeynep Karayilan qala pêvajoya dozê kir û spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin. Karayilan bang li hemû saziyên demokratîk kir ku di 19’ê nîsanê de xwedî li dozê derkevin.    ‘EV DOSYA DOSYAYEKE ÇÊKIRÎ YE’    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî wiha got: “Me ecêbiya hiqûqê temaşe kir. Bi dosyayeke derew dayika Halîse li girtîgehê tê ragirtin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika Halîse hene. Ev dosya dosyayeke çêkirî ye. Mûameleya neheq û bêhiqûqî ya li dijî dayika Halîse em hemû dizanin. Hestiyên lawê wê di qûtiyekê de danê. Em îro vê dozê weke dozeke tolhildanê ya li dijî dayikên kurd dibînin. Dayika Halîse dayika me hemûyan e, em li cem wê ne û em hatin ku li cem têkoşîna wê ya hiqûqê bin. Meseleya wijdanê ku mirov li cem wê bin.”   Girseyê piştî axaftinên hatin kirin, dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.