Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin 2024-01-12 10:03:25 RIHA - Girtiyê nexweş Mehmet Çoban li ser îfadeyên şahidekê ku digot di bin îşkenceyê de îfade daye hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Li gel ku hukmê derheqê wî de teqez nebûye jî Çoban di hucreya yekkesî de tê ragirtin.  Di îlona sala 2015’an de 5 jê zarok bi giştî 22 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 jê zarok 10 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Rihayê. Yek ji kesên hatibû girtin jî Mehmet Çoban e. Di dema serdegirtina malê de Çoban hate derbkirin. Ji ber derbkirinê, lamik û diranên Çoban şikestin. Hêj tedawiya wî temam nebûbû ku ji ber îfadeyên kesekê bi wî re ji heman dosyaya lêpirsînê hatibû binçavkirin hate girtin. Kesê şahidî kirî got ku di pêvajoya darizandinê di bin îşkenceyê de îfade daye.    Lê belê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbeta giran dan Çoban. Parêzeran li dijî biryarê îtîraz kirin û dosya birin Dadgeha Îstînafê. Dadgeha Îstînafê daxwaza parêzeran red kir û li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Bilind dan. Dosya hêj li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Li gel ku biryar teqez nebûye jî Çoban li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate sewqkirin û di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    TEDAWIYA WÎ NÎVCO MA   Di pêvajoya girtîmayînê de Çoban li Girtîgeha Tîpa E a ya Rihayê, Girtîgeha Osmaniyeyê, Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê hate ragirtin. Çendek roj berê parêzerên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn serdana Çoban. Parêzeran têkildarî Çoban ev agahî parve kirin: “Ji ber birînan raçikên hestiyê lamika wî pir winda bûne. 16 diranên wî nînin. Ji ber ku beşekê rûyê wî û lamika wî nîne bi zehmetî xwarinê dixwe û neçar dimîne ku xwarinê bêyî ku bicu daqurte. Got ku ji ber vê yekê pirsgirêka hezmkirinê dijî. Ji bo tedawiya van pirsgirêkan ji bo emeliyatê serlêdan kiriye lê li Girtîgeha Yozgatê tedawiya wî nehat kirin. Bijîşkê Cerrahiya Lamik û Diran ê Zanîngeha Gaziyê guncav dîtiye ku proteza diran bê çêkirin lê ji ber ku nehat sewqkirin, kete greva birçîbûnê.”    HATE DERBKIRIN   Hat destnîşankirin ku li gel pirsgirêkên fîzîkî, her wiha Çoban ji hêla psîkolojîk ve jî pirsgirêkên cidî dijî. Hat zanîn ku Çoban ji parêzer û malbata xwe re got ku cihên girtî bandoreke neyînî li ser nexweşiya wî ya psîkolojîk dike û ji ber ku di hucreya yekkesî de tê ragirtin, heta niha gelek caran ketiye nava hewldana întîharê. Di hevdîtina bi parêzeran re de Çoban diyar kiriye ku di 24’ê cotmeha 2023’yan de ji ber pirsgirêkên psîkolojîk xwestiye derkeve derveyî odeyê lê gardiyanan qebûl nekiriye. Dema Çoban israr dike jî gardiyanan Çoban birine cihekî bêkamera û demekî dirêj derb kirine.    Parêzerê Çoban, Mûstafa Vefa    ÎFADEYÊ DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE HATIYE GIRTIN ESAS GIRTIN    Parêzerê Çoban, Mûstafa Vefa got ku piştî miwekîlê wî şahidê eşkere îfadeyê xwe guherandiye û ev agahî da: “Kesekî ji heman dosyaya Çoban hatibû binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatiye û îtîrafnameyek pê dan îmzekirin. Vî kesî di pêvajoya dozgeriyê de diyar kir ku li Şaxa TEM’ê îşkence lê hatiye kirin û ev îfadeye bi darê zorê pê hatiye dayîn. Lê belê ev esas nehat girtin û tevî gelek kesan hate girtin. Dosya li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate vekirin. Kesê îtîrafname pê dabûn îmzekirin dîsa derket dadgehê û di hizûra dadgehê de got ku îfadeya wî di bin îşkenceyê de hatiye girtin û van îfadeyan qebûl nake. Lê şandeya dadgehê di darizandinê de îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn esas girt. Di encamê de li Mehmet Çoban jî di nav de li hemû bersûcan cezayê hefsê hate birîn.”    'DIVÊ LI NEXWEŞXANEYÊ BIMÎNE Û BÊ TEDAWÎKIRIN’    Vefa, da zanîn ku dosya di qonaxa temyîzê de ye û wiha pê de çû: “Pêvajoya maqûl a girtîmayîna wî derbas bûye. Di dosyayê de biryar di sala 2019’an de hate dayîn. Lê em hêj jî li benda biryara Dadgeha Bilind in. Biryara wî hêj teqez nebûye. Lewma nikarin derbasî qonaxa înfazê bibin. Ji ber vê yekê jî biryara ragirtina Çoban a di hucreya yekkesî de derhiqûqî ye. Her wiha rewşa wî ya taybet heye. Hema hema nikare qet lamika xwe bi kar bîne. Li gel sepanên tecrîdê, her wiha nexweşiya wî jî pir giran bûye. Divê li nexweşxaneyê bimîne û tedawî bibe. Divê rêveberiya girtîgehê wî rojane bibe nexweşxaneyê. Ji ber tiştên jiyayî tenduristiya wî ya ruhî gelek xera bûye.”    MAFÊ TEDAWIYÊ YÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ   Herî dawî jî Vefat ev tişt anî ziman: “Rewşa Mehmet Çoban gelek bi raya giştî re hate parvekirin. Lê Wezareta Dadê di vê mijarê de biisrar gavan naavêje. Li bendê ne ku girtiyên siyasî bimirin. Çoban jî zêdetirî 8 sal in girtî ye. Anku 7 salên di qanûnê de derbas kiriye. Divê girtiyên nexweş tavilê bên tedawîkirin û cezayê wan bê taloqkirin. Divê yên girtî jî tavilê bên berdan.”    MA / Ceylan Şahînlî