Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne 2024-01-12 09:18:28   RIHA – Li 8 navçeyên Rihayê 18 hezar û 865 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin. Li Xelfetiyê  ku di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de 26 hezar û 768 hilbijêrê wê hebûn, di 5 mehan de hejmara hilbijêran 4 hezar û 239 kes zêde bûye. Li ser 50 navnîşanan 1479 hilbijêr hatin tespîtkirin.    Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an ji 3 mehan kêmtir wext ma. Lê belê ji niha de dest bi nelirêtiyan hatiye kirin. Li Rihayê jî hat tespîtkirin ku li ser gelek navnîşanan hilbijêrên xeyalî hatine tomarkirin.    Hat diyarkirin ku piştî ku lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin, derket holê ku ji derve gelek kes li ser bajêr hatine qeydkirin. Rêveberên partiyê piştî vekolandina lîsteyan diyar kirin ku li 8 navçeyan 18 hezar û 865 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin. Cihê ku herî zêde dengdêr ji derveyî bajêr hilbijêr li ser hatine qeydkirin navçeya Xelfetiyê ye.   Li vir Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2014'an de ji sedî 58 (10 hezar û 458) deng wergirtibûn û şaredariyê bi dest xistibû. Di hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adara 2019'an de jî nelirêtî hat kirin. AKP, bi 3 hezar û 187 dengên ku beriya hilbijartinê ew li ser navçeyê qeyd kiribûn şaredariyê bi dest xist. AKP'ê 11 hezar û 172 ray û HDP'ê jî 7 hezar û 640 ray wergirtin. Mîna sala 2019'an, niha jî ji zêdebûna hejmara hilbijêran dixuyê ku nelirêtî tê kirin.    LI SER 50 NAVNÎŞANÊ HEZAR Û 476 HILBIJÊR   Di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulana 2023'yan de li navçeyê hejmara hilbijêran 26 hezar û 768 bû, lê ev hejmar ji 1'ê Cotmeha 2023'yaan (5 meh şûnde) 4 hezar û 239 kes zêde bûye û bi giştî bûye 30 hezar û 43 hilbijêr. Dema ev zêdebûna neasayî ya ji sedî 11 hat lêkolînkirin, hat dîtin ku ji 4 hezar û 239 hilbijêran tenê 747 hilbijêr hê nû 18 saliya xwe temam kirine û dê cara ewil dengê xwe bi kar bînin.    Li navçeyê li ser 50 navnîşanan 1479 hilbijêr hatine qeydkirin.    NAVÇEYÊN DIN   Di nav 13 navçeyên Rihayê de ya hejmara hilbijêrên wê hatine zêdekirin yek jê jî Hewag e. Di hilbijartinên 14'Ê Gulanê de li Hewagê 33 hezar û 120 hilbijêr hebûn, lê ji wê çaxê heya niha 3 hezar û 806 hilbijr zêde bûne. Ji van kesan hezar û 54 kes jê hê nû 18 salên xwe temam kirine. Di hilbijartinên giştî yên dawî de Partiya Çepên Kesk 8 hezar û 375 û AKP'ê jî 9 hezar û 930 deng wergirtibûn.    Li Pirsûsê hejmara hilbijêran ji sedî 4.3; li Sêwregê ji sedî 2, li Wêranşarê ji sedî 1.7, li Bêrecûgê ji sedî 3.1, li Cirnê Reş ji sedî 6 û li Serêkaniyê jî ji sedî 2.5 hatine zêdekirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê ji bo tespîtkirina van nelirêtiyan îtirazê bike.    MA / Emrullah Acar