Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin 2024-01-12 09:15:40 AMED - Girtî di girtîgehan de û dayikên wan jî li derve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin. Dayikan di çalakiyê de gotin: "Heke tecrîd rabe wê pirsgirêk bi dawî bibin. Em azadiyê dixwazin." Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji  pirsgirêka kurd re çareserî" de hatibû destpêkirin, di roja 47'an de ye. Çalakiyên Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi heman daxwazê hatibûn destpêkirin jî didomin. Çalakiya ku li Amedê ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin di roja 40'î de ye. Dayikên girtiyan ku her roj tên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê, têkildarî çalakiya xwe û daxwazên xwe axivîn.      DAYIK 40 ROJ IN DI NOBEDÊ DE NE   Dayîka Ferhat Onkol ê di nava koma duyemîn a greva birçîbûnê de ye Firaset Ozbekê jî diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re armanc qirkirina kurdan e û got: "Zarokên me dibêjin 'Em azadiyê dixwazin. Heta azadî tune be em ne rihet in.' Dibêjin, 'Ev çend sal in ji Serokatî (Ocalan) xeber nayê girtin.' Ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî azadiyê dixwazin. Kezeba me dişewite."    Firaset Ozbek   Dayik Ozbekê anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê rakirin dê çalakiyên girtiyan bi dawî nebin û got: "Em jî li pişt zarokên xwe ne. Ger tecrîd rabe dê ji ser her kesî rabe. Zarokên me jî wê dawî li greva birçîbûnê bînin. Ger tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk bi dawî bibin."   'EM DIXWAZIN SEROK BIBÎNIN'   Dayika Sedat Baygeldî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Antalyayê Şukran Baygeldiyê jî anî ziman ku kurê wê berê jî tevlî greva birçîbûnê bûye. Baygeldiyê diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiyê ya kurê xwe bi fikar e û diyar kir ku kurê wê di hevdîtina dawî de jê re gotiye, "Eger dewlet heta 15'ê Sibatê ji bo Abdullah Ocalan tiştekî neke, dê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi awayekî bêdem bidome."    Şukran Baygeldi   Baygeldiyê ku got “Heta Serokatî azad nebe, doza me pûç e" wiha domand: “Em dixwazin Serokatî bibînin. Divê Serok bê berdan. Bila her kes mil bide milê hev du. Heta Abdullah Ocalan neyê berdan em li ber Îmraliyê rûnin."   AZADÎ   Dayika girtiyê bi navê Kemal Polat ê di koma duyemîn de ketiye greva birçîbûnê Hazal Polatê jî bilêv kir ku ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne. Dayik Polatê got: "Tecrîd bandoreke pir xirab li girtîgehan dike. Ew jî di nava tecrîdê de ne. Lê ji ber ku tu xeber ji Serokatî nayê girtin, her kes li pey wî ye û meraq dike. Girtî dibêjin 'Eger ew rihet be em jî rehet in.' Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin dê li ser girtiyan jî bê rakirin."   Hazal Polat   Dayikê Polatê pêvajoya diyalogê ya di navbera 2013 û 2015'an de bi bîr xist û got ku bi destpêkirina muzakereyan dibe ku tiştekî baş çêbibe. Polatê anî ziman ku divê hemû beşên civakê ji bo vê têbikoşin û wiha got: “Heta Ocalan azad nebe dê grev bi dawî nebe, dê bidome. Em naxwazin careke din mirin çêbibe. Divê serokê me azad bibe da ku zarokên me jî pê re azad bibin."   MA / Rûkiye Adiguzel