Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire 2024-01-12 09:01:32   SÊRT - Eylem Aykaçê anî ziman ku bavê wê Mehtî Aykaç ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê tê ragirtin nayê dermankirin û got ku bavê wê yê ku rojê 5 wextan nimêj dike ji bo destnimêjê avê ji kantînê dikire.    Mehtî Aykaç (55) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê girtî ye, ligel nexweşîna gurçikan, nexweşîna serêşê ya kronîk pê re heye û guhên wî baş nabihîzin. Keça wî Eylem Aykaç ku di 8'ê çileyê de hevdîtin bi bavê xwe re kir, diyar kir ku ji ber nexweşînên li bavê wê peyda bûne, ji jiyana wî bifikar in.    ‘NAYÊ DERMANKIRIN, DIBE KU DI MÊJIYÊ WÎ DE ÛR HEBE'   Aykaçê diyar kir ku bavê wê yê ku bi cezayê muebbeta giran tê darizandin 12 sal in di girtîgehê de ye û da zanîn ku serêşa kronîk bi bavê wê re heye û gumana dibe ku ûr di serê wî de hebe li wan peyda bûye. Aykaçê anî ziman ku ji ber ku bavê wê yê nexweşîna gurçikan jî pê re heye nayê dermankirin, teşxîsa nexweşîna wî nehatiye danîn û got: "Nexweş e, lê dîsa jî rastî tundiya fizîkî û derûnî tê. Bavê min 55 salî ye, lê wekî 70 saliyan xuya dike."    Aykaçê bal kişand ser pirsgirêkên li Girtîgeha Panosê û wiha got: “Ragihand ku ava ku ji kaniyê diherike qirêj e û bêhneke nexweş jê tê. Got ku bi vê ava kaniyê nikare destnimêjê jî bigire û ji ber vê avê ji kantînê dikire. Got ku ji bo nimêjê bike rojê 5 caran avê dikire. Ev rewş hê jî dewam dike."   3 MEH CEZAYÊ HEVDÎTINÊ   Aykaçê diyar kir ku di avêtina ser qawîşan de pênûs, lênûs, name û wêne hatine desteserkirin û got ku daxwaza wan a ji bo wergirtina amûrên wan hatiye redkirin. Aykaçê anî ziman ku bavê wê rastî îşkenceya fizîkî hatiye û 3 mehan cezayê hevdîtinê lê hatiye birîn û got ku tirsa wan ew e ku ji nişka ve xebera mirinê ji wan re bê. Aykaçê bang kir ku dawî li pêkanînên li girtîgehan bê û girtiyên nexweş bên berdan.