Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin 2024-01-12 09:00:41   ŞIRNEX - Hat îdîakirin ku li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê li hin cerdevanan gef hatiye xwarin û wiha hatiye gotin: "Ger Dem Partî bi ser bikeve em ê çekên we ji we bistînin."    Beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê, ji derve gelek kes wekî hilbijêr li navenda Şirnexê û navçeyên wê Qileban û Elkê hatine veguhestin. Lê AKP'ê ji bilî navend û navçeyan, çav berdaye bajarokan jî. AKP, leşkeran sewqî bajaroka Dêrgulê ya girêdayî navenda Şirnexê dike.   AKP’ê di hilbijartina herêmî ya 2019’an de bi rêjeyeke zêde ya dengên leşkeran şaredariya bajarokê bi dest xistibû. Di hilbijartina 2019'an de hejmara hilbijêrên bajarok 3 hezar û 959 bû. Lê belê, di mehên dawî de li vir liv û tevgerek dengdêran heye. Piştî hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan hejmara hilbijêrên bajêr derketibû 5 hezar û 649'an. Tê texmînkirin ku sedema vê zêdebûnê ew e ku di demên dawî de gelek leşker sewqî bajarokê hatine kirin.    Hat diyarkirin ku ji xeynî ji derve bicihkirina hilbijêran, li bajarokê gef li cerdevanan jî tê xwarin. Walîtiya Şirnexê di navbera tebax û îlonê de 100 jê "dilxwaz" bi giştî 600 cerdevan wergirtibûn. Li Dêrgulê jî 146 cerdevan hatibûn wergirtin.    Hat îdîakirin ku fermandarê qereqola bajarokê gef li kesên di demên dawî de bûne cerdevan xwarine û ji wan re gotiye, "Ger Dem Partî bi ser bikeve em ê çekên we ji we bistînin."