Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin 2024-01-02 15:47:35 MELETÎ - Rojnameger Hakan Yalçin piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.    Nûçegihanê ajansa me Hakan Yalçin û 10 kesên din di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, di 29’ê kanûnê de li Wanê bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin û anîbûn Meletiyê. Piştî îfadeyên li midûriyeta emniyetê, sewqî Serdozgeriya Komarê ya ya li navçeya Çirmik a Meletiyê hatin kirin.    Ji ber ku avahiya Edliyeya Meletiyê di erdhejê de hilweşiya bû, karûbarê îfadegirtinê li beşa Serdozgeriya Komarê ya lil avahiya Midûriyeta Herêmê ya Gumrik û Bazirganiya Derve ya li ser rêya Akçadagê hate lidarxistin. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û malbatên binçavkiriyan jî şopandin. Ji ber ku qad teng bû, destûr nehat dayîn ku çapemenî û malbat bikevin hundir.    Di îfadeya dozgeriyê de xebatên Yalçin ên di dema xwendekariyê de yên li Meletiyê jê hatin pirsîn. Dozger, pirsên weke “te li komeleyê pewerdeya îdeolojîk dane yan na” û hwd. pirs kir. Piştî karûbarê îfadeyê jî Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin.    Welatiyên bi navên Siyajîn Yaman, Rezan Malgir û Bedîrhan Akyildiz ku li gel Yalçin hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê û 7 kesên din jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.