Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin 2024-01-02 12:32:26   RIHA -  Hat zanîn ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji bo sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê ragirtin, her hefteyê daxwazname û serlêdanê dikin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de dabû destpêkirin di roja 37’an de didome. Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, ji bo sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin serlêdan kirin.    Ji girtiyên siyasî Ahmet Herdem (36) di hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re de diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê her hefteyê serlêdanê dikin da ku sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin.    Herdem, ev tişt anî ziman: “Li ser Rêbertiyê tecrîd heye û li dijî vê jî li her qadê berxwedanek heye. Em jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê di greva birçîbûnê de ne. Her 5 rojan carekê komek çalakiyê dewr digire. Hemû hevalên li qadê ji bo şikandina tecrîdê û sewqa Îmraliyê serlêdanê dikin. Em daxwaza çûna gel Rêbertiya xwe her hefteyê nû dikin. Em hemû hevalên ku peyama me gihiştiyê silav dikin û sersalê pîroz dikin.”    Herdem, bang li raya giştî kir ku di mijara çalakiya wan de bihestiyar tevbigerin.