Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye 2024-01-02 10:59:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê misirî Îbrahîm Şaban diyar kir ku dewleta tirk li Sûriyeyê sûcan dike û wiha bang li Yekitiya Ereban û hikûmeta Şamê kir: “Êdî dema bidawîkirina dagirkeriya dewleta tirk a li Sûriyeyê hatiye.”    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misirî Îbrahîm Şaban têkildarî êrişan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku dema derxistina dewleta tirk a ji Sûriyeyê hatiye.    Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misirî Îbrahîm Şaban   ‘REJÎMA ERDOGAN SÛCÊN ŞER DIKE’   Şaban, di serî de helwesta dewleta tirk a li hemberî Xezeyê weke “durûtî” pênase kir û sedema vê jî weke êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da. Şaban anî ziman ku dewleta tirk ji ber bêhelwestî û bêdengiya welatên ereb û qada navneteweyî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şaban, wiha domand: “Rejîma tirk a bi serokatiya Erdogan ji 2011’an heta niha sûcên şer dike. Di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî. Divê hêzên navneteweyî hesabê van sûcan bipirsin.”    ‘DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK WERE PIRSÎN’   Di berdewamê de Şaban bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk serweriya Iraq û Sûriyeyê binpê dike û xaka wan dagir dike. Banga min ji bo Yekitiya Ereban û hikûmeta Şamê ew e ku lîsteya sûcên dewleta tirk amade bikin û bi awayekî fermî ji Enqereyê bixwazin ku ji xaka Sûriyeyê vekişe û dawî li dagirkeriya xwe bîne. Divê hesab ji Enqereyê bê pirsîn û dagirkeriya wê were bidawîkirin.”    Şaban, hebûna dewleta tirk a li Sûriyeyê weke “çavkaniya belavbûna terorê” nirxand.