‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’ 2024-01-02 09:48:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Seado diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe yên ser Şengal û  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pergala neteweya demokratîk hedef digire û wiha got: “Lewma xwedîderketina li Şengal û Rojava, xwedîderketina li pergala neteweya demokratîk e.”    Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewam in. Di êrişan de bi sedan cih hatin bombebarankirin û bi dehan welatî hatin kuştin û birîndarkirin. Di 28’ê kanûnê de jî dewleta tirk bi balafirên bêmirov û biçek li Şengalê êrişî konê karkerên kolandina bîrên avê kir. Di êrişê de 5 karker hatin qetilkirin. Tevî êriş û komkujiyan jî bêdengiya navneteweyî ya li dijî dewleta tirk didome.    Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Seado têkildarî êrişan ji ajansa me re axivî.    'LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊDENGÎ HEYE'   Seado, diyar kir ku dewleta tirk tehemûla tu tiştên di xizmeta Şengalê de ne nake û wiha got: “Heke ku civaka êzidî ya Şengalê xwe bêdeng bike, bi her awayî êriş dikin. Ew bîrên li ser êriş çêbûn, ji bo peydakirina pêdiviyên avê yên xelkê bûn. Hedefgirtina van hevalan bêtehemûliya li dijî Şengalê û civaka êzidî ye. Tirkiye ji Şengalê aciz e. Lewma her xebata ji bo xizmeta Şengalê û jinûveavakirinê hedef digire. Niha Rojava û Şengalê hedef digire. Di komkujiyê de herî zêde xelkê Rojava alîkariya Şengalê kir. Li dijî van êrişan carnan em mat dibin. Ji ber ku her kesên alîkariyê didin êzidiyan hedef digirin. Lewma divê civaka êzidî vê neyartiya li wan tê kirin bibîne. Divê xelkê Şengalê li dijî van êrişên dewleta tirk bêdeng nemîne. Rayedarên Iraq û başûrê Kurdistanê jî ji bo pêşîlêgirtina van êrişan tiştek nekirine. Êzidî her tim hatin paşguhkirin. Lewma di her êrişên li dijî Şengalê de xwe bêdeng dikin.”    'ÊRIŞ ACIZIYA WAN A LI DIJÎ PERGALA HATIYE AVAKIRIN E'   Bi domdarî Seado bi lêv kir ku li ku derê pergala neteweya demokratîk hatibe avakirin, ew der dibe hedefa dewleta tirk. Seado, anî ziman ku di dema fermanê de xelkê Rojava pariyê nanê zarokên xwe bi xelkê Şengalê re parve kir û wiha pê de çû: “Tevî her şert û mercên nebaş jî xwe gihandin civaka êzidî. Ji ber wê her êrişeke ku li ser Rojava tê kirin, li ser Şengalê jî tê kirin. Her roj dewleta tirk êriş dibe ser Rojava. Divê ku ev êriş weke êrişên ji rêzê neyên dîtin. Her êrişeke li ser Rojava, bandoreke neyinî li Şengalê jî dike. Xwedîderketina li Rojava û Şengalê erkeke mirovahiyê ye. Ev êriş, nîşan dide ku dewleta tirk ji pergala li Rojava û Şengalê aciz e. Bi van êrişan dixwazin vê pergalê tune bikin. Lêbelê ev pergal bi îradeyekî, bi fedekariyeke mezin hatiye avakirin. Bi êrişan û bombebaran tune nabe. Em ê israra xwe ya ji bo mayîndekirina pergala netewa demokratîk bidomînin.”    ‘XWEDÎDERKETINA LI ROJAVA, XWEDÎDERKETINA LI NETEWEYA DEMOKRATÎK E’   Di berdewamê de Seado destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li Rojava û Şengalê ji dest kê çi tê divê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku di esasê xwe de pergala neteweya demokratîk hedef tê girtin. Lewma xwedîderketina li Şengal û Rojava, xwedîderketina li pergala neteweya demokratîk e. Weke civaka êzidî î Rêveberiya Xweser a Şengalê, em her tim bi Rojava re ne. Deriyê sînor ê di navbera Şengal û Rojava de hate girtin. Bi vê yekê xwestin têkiliyên di navbera her du aliyan de qut bikin. Nexwe dê me alîkariyeke mezintir dabûya Rojava. Lê şert û merc çawa bin jî em ê her tim li gel Rojava bin.”    MA / Zeynep Durgut