Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin 2024-01-01 15:56:09   AMED - Bi hezaran kesan serdana şîna ku ji bo bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş hate danîn kirin.    Ji bo bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ê ji Doza Kobanê girtî ye, Tahîr Demîrtaş ê duh wefat kir, li Mala Şînê ya Licêyiyan a li Amedê şîn hate danîn. Tevahiya rojê bi hezaran kesan serdana şînê kirin.    Ji bilî Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan gelek parlamenter, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li şînê bûn. Bakirhan û endamên partiyê bi malbatê re şîn qebûl kirin.    Ji bajarên derdorê jî gelek kesan serdana şînê kirin.