Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin 2024-01-01 15:44:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê di roja ewil a salê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” Nobeta Edaletê girtin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî jê nayên girtin. Nobetên Edaletê yên bi daxwaza ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û pirsgirêka kurd çareser bibe li gelek bajaran hatin destpêkirin berdewam dikin.    AMED      Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Yek ji malbata girtiyan Dîlek Baykan a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ji bo hemû girtiyan edalet û azadiyê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin di sala nû de edalet û hiqûq were pêkanîn. Zarokê min ji roja hatiye girtin ve di bin tecrîdê de ye. Elbet bila ev tecrîd rabe. Ez ji bo hemû girtiyan azadiyê dixwazim.” Baykan, hemû malbatên girtiyan vexwandin çalakiya Nobeta Edaletê.    Malbateke din a girtiyan Aklîme Hanasê jî sala nû li malbatên girtiyan pîroz kir. Hanas, bi bîr xist ku di 4’ê kanûnê de dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha got: “Ez bang li hemû dayikan û gelê kurd dikim; werin em sala 2024’an bikin sala aştî, azadî û yekitiyê.”   Çalakiya malbatên girtiyan bi stranên kurdî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    EDENE      Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja salê ya ewil de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya ku di roja 29’emîn de berdewam dike bûn. Çalakvanan xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya fizîkî were pêkanîn.   MÊRSÎN      Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 29’emîn de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Heman daxwaz di çalakiya li vê derê de jî hatin ziman.   STENBOL      Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam kir.   Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivî li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Bagcilarê û gelek kesan serdana çalakvanan kirin.    Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr, destnîşan kir ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Armanca me, îdeolojiya me û daxwazên me diyar in.”   Yek ji rêveberên DEM Partiya Esenlerê Îlhan Demîrsapi jî wiha got: “Di demekî dirêj e em di nav têkoşînekê de ne. Me di cîhanê de weke dayikên kurdan berxwedêr kes nedît. Em ê têkoşîna xwe serbixin.”   WAN    Çalakiya di pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr de di roja 28’emîn de berdewam dike. Ji DEM Partiyê gelek kesan serdana çalakvanan kir. Yek ji malbata girtiyan Eynê Atabay, xwest ku sala nû bibe wesileya aştî û xwişk û biratiyê û got: “Herkes jî dizane ku kesê aştiyê bîne birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku ev tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û belavî hemû girtihan bû neyê rakirin dê têkoşîna me û çalakiya me berdewam bike.”   Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berdewam kir.