Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye? 2024-01-01 09:58:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê, diyar kir ku divê rêveberiya nû ya piştî hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajêr ava bûyî statuya wargehê nas bike û ambargoyê rake.    Komîsertiya Hilbijartina Bilind a Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên ku di 18’ê kanûna 2023’yan de li Mûsil û Kerkuk jî din av de li 15 bajaran hate kirin rojên derbasbûyî aşkere kirin. Koalîsyona Dewleta Kanûnê ya Serokwezîrê berê Nûrî el-Malîkî li paytext Bexdayê bû yekemîn. Tifaqa Nebnî ku baskên siyasî yên Heşdî Şebiyê û Hadî el Amîrî jî di nav de bû duyemîn û Partiya Takaddumê jî bû sêyemîn.    Encamên hilbijartinê yên herî zêde dihatin mereqkirin yên Kerkuk û Mûsilê bûn. Li Kerkukê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) herî zêde deng wergirtin û kete rêza yekemîn û 5 kursî bi dest xistin. Li Kerkukê “ereb” bûn duyemîn “Tirkmenên Iraqê yên Yekgirtî” jî yek jê jin bi du endamên Meclisê rêza xwe ya sêyemîn parast. PDK bi 2 kursiyan di rêza çaremîn de cih girt. Lîsteya hilbijartinê ya “Babiliyuni” ya aydê xirîstiyanan jî ji kotayê kursiyek bi dest xist.    Li Mûsilê lîsteya bi navê “Nînova ya gel e” ya bi serokatiya kurê Waliyê Mûsilê yê berê Necîm Cûbûrî, Mûhannad Cûbûrî bû yekemîn. PDK jî bû duyemîn. Şengaliyan jî ji bo Meclisa Nînova/Mûsilê dengên xwe bikaranîn.    Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi hin partiyên ku YNK jî di nav de Tifaqa Yekitiya Gelên Nînovayê. PADÊ, di çarçoveya hilbijartinan de 4 namzet diyarkiribûn. Yek ji namzetan Qasim Keşko di lîsteya Meclisa Giştî ya Bajar a wilayeta Nînovayê de ji rêza duyemîn hate hilbijartin.    ENCAMÊN HILBIJARTINÊ YÊN KERKUKÊ   Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di encama ferzkirina Tirkiyeyê ya cerdevanî û şewitandina gundan de nêzî 12 hezar penaberên kurd koç kirine, girêdayî parêzgeha Mûsilê ye û tê payîn ku encamên hilbijartinê bandorê li ser bike. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê encamên hilbijartinê û bandora wê nirxandin.    Bûdak, diyar kir ku partiyên kurdan bi awayekî parçebûyî tevgeriyan û vê rewşê bandoreke neyînî li encaman kir û wiha got: “PDK’ê li ser xeteke cuda YNK li ser xeteke cuda tevgeriyan. Partiyên din ên biçûk jî bi tena serê xwe ketine hilbijartinê. Di van hilbijartinan de çavên herkesê li bajarên ku piranî kurd lê dijîn bûn. Dihate mereqkirin ku Kerkuk dê çawa teşe bide pêşeroja xwe. YNK’ê serkeftineke mezin bi dest xist. Ev serkeftin ji bo kurdan bû moraleke mezin û peyamek. Ji provokasyon û êrişên di salên dawî de bi piştgiriya Tirkiyeyê bi destê tirkmenan tên kirin re jî bû bersiveke mezin.”   ENCAM DÊ BANDOREKE ÇAWA LI MEXMÛRÊ BIKIN?   Bûdak, destnîşan kir ku hilbijartinên Mûsilê jî girîng in. Bûdak, bal kişand ku Mexmûr jî di nava sînorên Mûsilê de ye û wiha berdewam kir: “Em li herêmeke ku di nava Iraq û Herêma Kurdistan a Federe de binîqaşe dimînin. Lê di fermiyetê de girêdayî Mûsilê ye. Ji ber vê yekê tabloya di hilbijartinan de li Mûsilê derket holê ji bo me gelek girîng e. Di hilbijartinên Mûsilê de PDK’ê 4 kursî wergirtin. Helbet ev encamên PDK’ê wergirtî dê bandorê li me bike. Ji ber ku polîtîkayên PDK’ê yên li dijî gelê kurd û bi taybetî jî li dijî gelê kurd ên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li holê ne.”   Bûdak, anî ziman ku PDK li ser wergirtina dengan dikare zextên li ser wargehê zêdetir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû xizmetên divê ji bo wargehê bên kirin ji aliyê qeymeqamê Mexmûrê yê girêdayî PDK’ê ve tên astengkirin. Weke destûrnedayîna derketina nexweşên me yên giran, derbasbûna mirovên me ya Herêma Kurdistana Federe, derketina karkeran… Ji dorpêça ku ji sala 2019’an ve li wargehê tê pêkanîn ew in. Dîsa ji ber ku ji sala 2017’an ve pêdiviyên rojane yên kampê nehatine bicihanîn, berpirsyar PDK ye. Di noxteya ku gel pêdiviyên xwe peyda bike de dê astengiyên wan zêdetir bin. Pêvajoyeke zehmet li benda me ye.”   ‘DIVÊ STATUYA WARGEHÊ WERE NASÎN’    Bûdak, destnîşan kir ku divê pêdiviyên wargehê ji aliyê hikumeta Iraqê ve bên bicihanîn û qala bendewariyên xwe yên ji rêveberiya nû kirin. Bûdak, axaftina xwe wiha domand: “Divê Meclisa nû were avakirin statuya wargehê binase. Ji bo ku em li ser vê axê bijîn, divê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”    Bûdak, zehmetiyên ji ber ambargoya PDK’ê dijîn vegot û wiha pê de çû: “Em çima ji perwerdehiyê sûdê wernagirin? An jî dema em ji noxteyeke kontrolê derbas dibin rastî lêgerîna bi dehan caran tên? Dermanekî biçûk ku tê wargeha me jî bi rojan tê girtin. Divê ev hemû bên çareserkirin. Bi taybetî divê hemû bêhiqûqiyên bi destê PDK’ê tên kirin bên rakirin. Divê di qadên perwerdehî, tenduristî, rêveberiya herêmî hwd. piştgirî bê kirin. Bendewariya me ya ji Meclisa nû ew e ku ev mafên me bi awayekî pratik werin bicihanîn.” Bûdak, di dawiya axaftina xwe de ev bang li partiyên kurdan kir: “Em hêvî dikin ku hêzên siyasî yên kurd ku bi taybetî li herêmên ku kurd lê dijîn hin hêz bidestxistine, yekitiya xwe ava bikin û bi hev re tevbigerin.”   MA / Omer Akin