Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin 2024-01-01 09:04:52   AMED - Parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku cînayeta Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin, weke komkujiyeke malbata Şenyaşar û Dedeogûllari ye û got: “Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hatiye qetilkirin.”   Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê bajarokê Ahmet Gun, di 11’ê kanûnê de li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirgê di êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bû. Biraziyê wî Mahmût Gun ê li cem wan bû jî bêyî ku birîndar bibe ji bûyerê xelas bibû. Kesên ji êrişê sax xelas bûn, îşaret kirin ku sercerdevanê teqawît Şeyhmûs Babat êriş bi Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û Ebûbekîr Babat dane kirin. Yek ji tetîkkêşan Enver Babat ê teslîm bû, hate girtin, bersûcên din jî hêj nehatine girtin.    Şeyhmûs Babat ku navê wî bi şewirandina gundan û kuştinên kiryarên nediyar ên salên 90’î re têkildar bû, sala 2004’an ji AKP’ê bû şaredarê bajarok. Babat ji ber nelirêtiyên di şaredariyê de dest ji peywîra xwe berda û ji bajarok reviya, pişt re dîsa vegeriya bajarok. Di 10’ê adara 2009’an de di ketina bajarokê Sêgirkê de wesayîta hilbijartinê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li ser fermana Babat rastî êrişa kevir û çekan hat. Babat ku sûcên xwe yên li dijî kurdan qebûl kir, bi xizmên xwe yên cerdevan re di 14’ê Sibata 2014’an de bi merasîmeke girseyî tevlî BDP'ê bû û bi vegera desthilatê ya ji konsepta şer re vegeriya AKP'ê. Tê îdîakirin ku Babat herî dawî bi Waliyê Şirnexê Cevdet Atay re hevdîtin kiriye û gotiye “Li gundê min çend terorîst mane, ez ê wan paqij bikim.”   Parêzer Ozum Vûrgûn   ‘ÊRIŞÎ MALA WAN TÊ KIRIN, CENDERME TIŞTEKÊ NAKE’    Parêzera malbata Ahmet Gun ê hate qetilklirin, Ozum Vûrgûn, diyar kir ku dema lawê Şeyhmûs Babat, Metîn Babat  di hilbijartinên Gulanê de xwest bi awayekî vekirî dengê xwe bide, xizmê Ahmet Gun ê hate kuştin ku ji HDP’ê muşahît bû li dijî vê derketiye û bûyer wiha destpêkiriye. Vûrgûn, da zanîn ku ji ber vê yekê demekî kurt gengeşiyek derketiye û ev yek bi girtekan hatiye qeydkirin û lêpirsîna derbarê vê de hatiye destpêkirin didome. Vûrgûn, da zanîn ku pişt re weke ketiye çapemeniyê jî li qada sporê şerê zarokên 15 salî çêdibe, ji ber vê bûyerê jî Şeyhmûs Babat li dijî malbata Gun amborgeykê deyne. Vûrgûn, destnîşan kir ku hewldanên lihevhatinê yên Ahmet Gun ên ji bo bûyer mezin nebe encam negirtine û wiha got: “Şeyhmûs Babat û malbata wî lihevhatinê qebûl nakin. Ambargoyê li malbata Gun deyne. Ev ambargo çawa çêdibe? Weke gu li bajarok nan jî nadin malbata Gun dibe. Malbata Babatan 2 caran êrişî mala malbata Gun dikin û cendermeyên li wir tiştekê nakin.”   ‘DI HER DU BÛYERAN DE JÎ AHMET GUN NÎNE’    Vûrgûn, anî ziman ku di her du bûyeran de jî Ahmet Gun nîne, tenê di dema hewldanên lihevhatinê de ketiye dewrê û wiha berdewam kir: “Ahmet Gun çima hate qetilkirin? Ji ber Ahmet Gun ji malbateke welatparêz e û di heman demê de endamê partiyê ye hate qetilkirin. Xizmên wî yên di salên 90’î de bi awayekî kiryarên nediyar hate kuştin. Di heman demê de Ahmet Gun bi aliyê xwe yê aştîxwaz li bajarokê Sêgirkê û li herêmê tê nasîn.”   ‘BI RÊBAZA ÎNFAZÊ HATE QETILKIRIN’    Vûrgûn, destnîşan kir ku dema Gun li ser erdê xwe dar kom dikirin aliyê din jê re gotiye “tu nikarî li wir daran kom bikî” û dest bi êrişê kiriye û ev yek di îfadeyên şahidan de jî zelal e. Vûrgûn, anî ziman ku gotinên aliyê din ên “Ewilî wan êriş kir, gengeşî derket” rast nînin û “yek şopa derbeyê ya li laşê Gun neyî û îfadeyên kesê cenazeyê Gun şuştî yên di vî warî de jî” weke delîl in. Vûrgûn, anî ziman ku îfadeyên têkildarî ku gengeşî derketiye bi temamî derew in û got: “Ahmet Gun yek guleya ku bi serê wî ketiye hate kuştin. Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza înfazê hatiye kuştin.”   Vûrgûn, bi bîr xist ku cerdevanê teqawît Enver Babat di roja bûyerê de teslîm bûye û sê faîlên din reviyan e û diyar kir ku piştî cînayetê 2 rojan jî derbarê dosyayê dosyayê de biryara veşartinê hate dayîn. Vûrgûn, da zanîn ku qasî ku ji dosyayê fêmkirine nêrîna ku “sûcî biavêjin ser yekê û faîlên din jê xelas bikin” heye û got: “Me di dosyayê de ji xwe qeydên HTS’ê daxwaz kirin lê qasî ku Abdûrrahîm Gun bûyer vegot, ewilî bi wesayîtê li ber wan re diçin. Piştî 10-15 deqîqeyan nîqaşeke ‘hûn li wir çi dikin’ çêdibe. An ku di nava 10-15 deqîqeyan de bi kê re hate axaftin çi hate kirin bi kê re hevkarî hate kirin?  Ji ber vê yekê divê dozgerî vê dosyayê bi her alî ve lêkolîn bikin.”   ‘NEGIRTINA FAÎLAN TÊ WATEYA PARASTINA WAN’    Vûrgûn, bi lêv kir ku tê xwestin ku dosyayê bikişînin aliyekî din û bal kişand ser fikarên negirtina bersûcên din û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ketina bajaroka Sêgirkê heta dawiya wê 9 kamera hene. Dîsa em dizanin ku li van herêmên daristanî gelek foto kapan hene. Negirtina wan a tevî vê yekê tê wê wateyê ku dewlet û hêzên ewlehiyê yên girêdayî wê wan diparêzin.  Kesê teslîm bû jî rewşeke nimûne ye. Ji aliyê hêzên ewlehî û hiqûqê ve tê wateya ‘em kesekî bigirin hinekê bidin ji bîr kirine’.”   ‘MALBATA BABATAN LI WIR DEWLETEKE BIÇÛK AVA KIRINE’    Vûrgûn, sûckirina cerdevanan a bi awayekî rehet û parastina wan weke “polîtîkaya şerê taybet” şirove kir û wiha pê de çû : “Di heman demê de Fîrdevs Babat a di demekî nêzîk de li bajarokê Sêgirkê hate tecawizkirin û qetilkirin, dîsa pêvajoyeke bûyereke tacîzê ya bi rêya bertil û gefê hate xwestin bê girtin li holê ye. Ya tê dîtin ew e ku malbata Babat bi bikaranîn hêza dewletê li wir ji xwe re dewleteke biçûk ava kiriye an jî hewl didin ava bikin. Ev hemû encama polîtîkayên necezakirinê ne. Li Komara Tirkiyeyê pergalekek u em jê re dibêjin zirxa necezakirinê heye.”   ‘WALÎ Û QEYMEQAMÊ KU BÛYERÊ DIZANIN JÎ BERPIRSYAR IN’    Vûrgûn, anî ziman ku ji ambargoya li dijî malbata Gun agahiya walî û qeymeqam jî hebû lê ji vê re bêdeng mane û van her du kesan hewl dan malbatê aram bikin. Vûrgûn, da zanîn ku bûyer cînayeteke siyasÎ ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê em gotina walî ya ‘ev ne cînayeteke siyasî ye’ qebûl nakin. Walî û qeymeqamê ku ambargoya li wir dît û li dijî dewletbûna li wir bêdeng bûn jî hevkarê vê cînayetê û her cînayeta li wir çêdibe ne. Elbet tu kirarî nehatin kirin û cenderme jî nehate agahdarkirin.”   ‘JI BO KU HÛN BÊN KUŞTIN KURDBÛNA WE TÊ RE DIKE’    Vûrgûn, diyar kir ku li welat her tim hinceteke dewlet û hêzên ewlehiyê ya di qetilkirina kurdan de heye û qetilkirina Gun û lêpirsîna pişt re hatiye destpêkirin şiband bûyerên “Malbata Şenyaşar, Denîz Poyraz û malbata Dedeogûllari ya li Konyayê”. Vûrgûn, wiha got: “Ji ber vê yekê pergaleke wiha heye ku bi gotina ‘Kuştina kurdan wacîb e’ ji her tiştên tên kirin re çav tên girtin û wiha axivî: “Ahmet Gun ji ber vê yekê hate qetilkirin.”   Vûrgûni, da zanîn ku ji ber vê yekê li pey dosyayê bernadin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku 4 kesên di vê dosyayê de û kesê bi wan daye kirin bi awayekî hiqûqî neyên cezakirin, tişta ji destê me tê em ê bikin.”   MA / Mehmet Guleş