Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin 2023-12-31 17:51:38   AMED - Cenazeyê bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş, li Goristana Mardînkapi hate veşartin.    Cenazeyê bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ê ji Doza Kobanê girtî, Tahîr Demîrtaş, ji bo ku wecîbeyên olî pêk bînin birin Goristana Yenîkoyê  ya navçeya Rezan a Amedê. Demîrtaş ji ber rewşa “Dîl girtinê” ya heyî daxwaz nekir ku tev li merasîma cenaze bibe. Siyasetmedar û hezkiriyên Demîrtaş di merasîma cenazeyî de malbata Demîrtaş bi tenê nehişt.     Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Serhat Eren, Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, Dayikên Aştiyê, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parêzerên Baroya Amedê, parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr û nivîskar tev li merasîma cenaze ya li Goristana Yenîkoyê bûn.    ‘EGÎD DIMIRE NAVÊ WÎ DIMÎNE’      Cenazeyê Tahîr Demîrtaş, piştî nimêja cenaze ya li Goristana Yenîkoyê hate kirin, ji bo veşartinê birin Goristana Mardînkapi ya li navçeya Bajarênû ya Amedê. Li ser gora Demîrtaş ê li vir hate veşartin bi zaravayê kirmanckî yê kurdî ku zimanê dayika Demîrtaş e dûa hatin kirin. Piştî dûayên hatin kirin siyasetmedar Ahmet Turk gotina “Egîd dimire, navê wî dimîne” bi bîr xist û ji bo ku mirovekî weke Selhattîn Demîrtaş mezin kir spasiyên xwe pêşkeş kirin û ji gelê kurd û malbatê re sersaxî xwest.    ‘HÊVÎ DIKIM EV ZULM DEMILDEST BI DAWÎ BIBE’     Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî wiha got: “Xwezî Selahattîn başkan jî li vir, li ser gora bavê xwe ev êşe bi dayik û malbata xwe re bikarîbûya parvekiriba. Hêvî dikim ku ev zilm demildest bi dawî bibe. Bila serê me hemûyan sax be. Serê malbatê û serê Selahattîn başkan jî sax be.”    ‘BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE’     Dayika Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş a pişt re axivî jî wiha got: “Bila serê gelê kurd sax be.”    NAVNÎŞANA ŞÎNÊ MALA ŞÎNÊ YA LICÊYIYAN    Pişt re ji bo şînê derbasî Mala Şînê ya Licêyiyan bûn.