Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne 2023-12-31 11:21:37   STENBOL - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku ew jî mîna hemû gelên cîhanê jiyaneke azad û birûmet dixwazin û wiha gotin: “Kesê ku dikare rêya vê veke jî birêz Abdullah Ocalan e. Heta azad dibe jî dê çalakiya me bidome.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Li djî vê rewşê, bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanyaya navneteweyî hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin û çalakî di roja 35’an de didome.    Her wiha malbatên girtiyan jî di çarçoveya kampanyayê de li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê çalakiya Nobeta Edaletê dan destpêkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) hate destpêkirin. Çalakî di roja 19’an de dom dike û her roj çalakvanên nû beşdar dibin. Nobet, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Esenlerê tê domandin.    Çalakvanên tev li çalakiyê bûn, bal kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de û azadiya Abdullah Ocalan daxwaza kirin.    Yek ji kesên ji destpêkê heta niha di çalakiyê de jî Fînce Akman e. Ji ber zextên salên 90’î, tevî malbata xwe neçar ma ku ji Mêrdînê koçlî Stenbolê bike. Akman, got ku weke gelê kurd bi sala ye li dijî zext û binpêkirinên mafan têdikoşin. Akman, çalakiyên berê yên ku tev li bûbû bi bîr xist û got ku niha ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re tev li Nobeta Edaletê bûye.    Akman, da zanîn ku her roj zû hişyar dibe, carnan bêyî taştê bixwe dikeve rê û wiha got: “Heta têm vê derê neçar dimînim ku gelek wesayîtan biguherînim. Lê xwe qet westiyayî hîs nakim. Dema têm ber deriyê partiyê, hêviya min mezin dibe. Ev 19 roj in em li vir in û li gel xizmên girtiyan têdikoşin. Di nava rojê de gelek kes tên serdanê û ev jî me keyfxweş dike. Em li benda bersiveke zarokên xwe û Îmraliyê ne. Zarokên me ji bo agahiyekê ji Abdullah Ocalan bigirin ketine greva birçîbûnê. Dibêjin ku heke agahî jê negirin dê dest bi rojiya mirinê bikin. Em jî ji ber vê rewşê bifikarin û naxwazin zarokên xwe winda bikin.”    TÊKOŞÎNEKE BIRÛMET A JI BO AŞTIYÊ    Çalakvan Fatma Yilmaz (58) jî di encama zextên dewletê de ji gundê Tasu yê Xîzan a Bedlîsê koçî Stenbolê kir. Ji wê rojê heta niha jî têkoşîna xwe didomîne. Yilmaz, ev tişt anî ziman: “Dewletê gundê me şewitand, me jî koçî Stenbolê kir. Ev 30 sal in em ji bo aştiyeke birûmet têdikoşin. Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, em ji bo daxwaza aştiyê tev li Nobeta Edaletê bûn. Ez di nava Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de jî cih digirim. Em dixwazin agahiyekî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Zarokên me ji bo vê ketin greva birçîbûnê. Heke em encamekî jê negirin dê çalakiyê veguhêzin kolanan. Ev pêvajo ji bo me tevan girîng e. Divê dewlet dev ji polîtîkayên şer bede. Dê têkoşîna me bidome. Heta dawiyê em li gel zarokên xwe û bi Rêbertiya xwe re ne.”    ‘DEWLETÊ RÊYA ÇIYÊ NÎŞANÎ KEÇA MIN DA’    Bîrgul Uşar (52) jî ji ber sedemên aboriyê di sala 1991’ê de li gel malbata xwe ji Qersê berê xwe da Stenbolê. Uşar, da zanîn ku çar zarokên wê hene. Uşar, diyar kir ku keça wê Ebrû Muhîkanci (Eylem Ararat) ku endama YJA Starê bû, di 22’yê 2011’an de tevî 36 endamên HPG/YJA Starê li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest daye. Bi domdarî Uşar got ku weke Dayikeke Aştiyê têkoşîna keça xwe didomîne û wiha pê de çû: “Dema keça min li Zanîngeha Kafkasê dixwend, tev li refên PKK’ê bû. Seroka Komeleya Xwendekaran a Zanîngeha Kafkasê bû. Li Qersê hate binçavkirin û mehek û nîvan girtî ma. Dema darizandina wê didomiya, polîsan her tim tacîz dikir û zext lê dikirin. Rayedarên dewletê gelek caran dema diçû zanîngehê rêya wê girt û jê re gotin; ‘tu terorîstî, tu hêj neçûyî çiyê?’ Anku dewletê rêya çiyê nîşan dan. Keça min di 2008’an de çû. Di 2011’an de jî tevî 36 hevalên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla AKP’ê ve li Colemêrgê hate qetilkirin.”    ‘ZAROKÊN BINDESTAN BEDEL DIDIN’    Uşar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo ku pêşerojeke baş a zarokên me hebe têdikoşin. Her ku em dibêjin azadî, ew dibêjin şer. Ev pirsgirêk dê bi şer çareser nebe. Em naxwazin zarokên her du aliyan jî bimrin. Bila tu dayik negirîn. Ji ber ku zarokên kesên bindest bedelê didin. Heta niha zarokên tu serokkomar, serokwezîr û rayedaran di şer de nemirine. Em naxwazin êdî tu kes bimre. Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyê bidome.”    ‘EM JÎ DI TECRÎDÊ DE NE’    Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Çîçek Çakar jî anî ziman ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan tev li çalakiyê bûye. Çakar, got ku dê îro jî ji bo aştiyê têbikoşin û wiha axivî: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Nêzî sê sal in ji birêz Ocalan agahî nayên girtin. Em jî di tecrîdê de ne. Wek dayikan em jî dixwazin bibin parçeyeke têkoşîna zarokên xwe. Weke dayikek û jinek deyndarê birêz Ocalan im. Birêz Ocalan nirxa ku divê nîşanî jinan û mafên wan bê dayîn nîşan da. Hewce bike em ê li hemû bajar û welatan dakevin kolanan û têkoşîna xwe bidomînin. Li bendê ne ku hemû dayik piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Bila ji girtîgehan cenaze derkekevin. Şer bidome jî dê têkoşîna me ya ji bo aştî û mafên me bidome. Heke bi Abdullah Ocalan re maseya aştiyê neyê danîn û mafên gelê kurd neyên dayîn, dê aştî çênbe. Her ku em dayikên kurd dibêjin aştî, em parçeyên zarokên xwe kom dikin. Her ku em dibêjin aştî, em cenazeyên zarokên xwe li girtîgehan kom dikin. Êdî bes e bila dayik rondikan nebarînin. Em dixwazin tavilê agahiyek ji Abdullah Ocalan bê girtin.”    ‘SEDEMA MIRINA LEŞKERAN TECRÎD E’   Ji roja destpêkê heta niha Rawşan Doner (57) tê serdana Nobeta Edaletê ya li Stenbolê. Heta roja nexweş ketibû jî piştî nexweşxaneyê hate cihê nobetê. Doner, got ku çalakiya Nobeta Edaletê girîng e û ev tişt anî ziman: “Divê kurd piştgiriyê bidin. Gelê kurd, gelekî mazlum û mafdar e. Dixwazim demokrasî û edaletê bê vî welatî. Birêz Ocalan di tecrîdê de ye û 34 meh in agahî jê nayên girtin. Ev tecrîd tenê li ser wî nîne, li hemû gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin. Heke îro 12 leşker miribin û gelek jê winda bin, sedema vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Rêveberên vî welatî bila çareseriyekê ji bo vê pirsgirêkê peyda bikin. Mîna hemû gelên cîhanê em jî mafên xwe, jiyaneke azad û birûmet, demokrasî û edaletê dixwazin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje; ‘dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Çima ev 34 meh in tu kes agahiyan jê nagire? Çima maseyeke çareseriyê nayê avakirin? Bila şer biqede û ne zarokên kurdan ne jî yên tirkan bimirin.”    MA/ Esra Solîn Dal