ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN 2023-12-31 09:00:21   * Siyaseta kurd ku tevî gefên rejîma yekzilamî ya ji bo girtina partiyê gef xwarin hem mohra xwe li hilbijartinan hem jî li sala 2023’yan xist, dest ji israra xwe ya ji bo siyaseta demokratîk û bertekên xwe yên li dijî tecrîda Îmraliyê berneda.    * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêzeke û wiha got: “Dema birêz Abdullah Ocalan azad bû, dê bike ku aqilê dewletê bi xwe re hevrû bibe, bi xwe re guherîn û veguherînekê bîne.”   * Mele Ferzende Denîz têkildarî êrişên li dijî cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane wiha got: "Qanûneke şer jî heye. Ev nîşaneya barbariyê ye."   0* Li Wanê bi sermayê re nexweşîn jî çêbûn. Welatiyên nexweş dikevin ewil berê xwe didin ataran (bêhnfiroş).    * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi hinceta "zêde ne" hin mal û milkên şaredariyê dewrî walîtiyê kirine û di bin navê "alîkariyê" de jî bi milyonan pere dan şaredariyê AKP'î.   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li kongreya partiya xwe ya Amedê û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî tev li ya Mêrsînê bibe. (10.00-11.00) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê didome.(11.00-17.00)