Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da 2023-12-30 15:54:55 WAN - Girtiyê bi navê Naîf Aybar ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihat ragirtin û salek bû ji ber penceşêrê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.    Naîf Aybar ê 63 salî ku ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihate ragirtin, di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku Aybar beriya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihate dermankirin.    Cenazeyê Aybar ji bo otopsiyê anîn Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi. Piştî kar û baran cenazeyê Aybar ji aliyê konvoyeke qelebalix ve birin gundê Dêr ê navçeya Elbakê û li wir veşartin.    Hate zanîn ku tevî hemû serlêdanên li nexweşxaneyê, dozgeriyê û Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin kirin Aybar nehatiye berdan.