Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin 2023-12-29 17:11:32 STENBOL - Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay ê hatibû binçavkirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh ve hate girtin.    Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay, li qereqola ku ji bo teblîxata derbarê wî de bigire çûyê hatibû binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin.    Karabay ê ku li dozgeriyê îfadeya wî hate girtin û ji ber nûçeyeke ku duh çêkiri bû bi “Kesê di têkoşîna bi terorê cih girtiye hedef nîşan daye” û “bêbextiyê” hate sûcdarkirin, bi daxwaza girtinê sewqî 7’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin.    Karabay ê li 7’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh îfadeya wî hate wergirtin bi heman hincetan hate girtin.