Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze 2023-12-29 16:45:29   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku gelê kurd piştî bi hezaran salan li erdnîgariya Anatoliyayê roleke navendî dilîzin û wiha got: “Kurd êdî ji cihê ji bo wan hatibû diyarkirin derketin. Bi îdiaya demokratîkkirina Tirkiyeyê dest pê kirin. Ji bo wan talûke mezin e.”    Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.   Siyasemedar û parêzer bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Danişîn, bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.    AXAFTINA JI BO AZADIYÊ WEKE SÛC HAT NÎŞANDAN    Demîrtaş, da zanîn ku axaftina wî ya di 13’ê mijdara 2012’an de li Mêrdînê kiribû di mutalaayê de weke sûc hatiye nîşandan. Demîrtaş, got ku axaftina xwe bi kurdî kiribû û têkildarî grevên birçîbûnê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû. Demîrtaş, got ku di fezlekeyê de axaftinên wî û yên siyasetmedar Ahmet Turk hatine tevlihevkirin. Demîrtaş, got ku ji ber peyva “Birêz Ocalan” hatiye sûcdarkirin û wiha got: “Heke gotina ‘Birêz Ocalan’ sûc be, wê demê divê nîviya Tirkiyeyê bikeve hefsê. Em bi fezlekeyeke derhiqûqî re rû bi rû ne. Di wê axaftina min de bangekî ji bo tundiyê tune ye. Her wiha biryarên Dadgeha Bilind hene ku gotinên weke ‘Bijî PKK’, ‘Bijî gerîla’ û ‘Bijî Apo’ weke propaganda nabîne.”   ‘LI HOLÊ TUNDIYEK NÎNE’    Demîrtaş, her wiha axaftinên xwe yên din ên di cvîna koma Meclisê de derheqê Abdullah Ocalan de kirin jî bi bîr xist. Demîrtaş, da zanîn ku axaftinên wî têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û muxatabgirtina wî ya di çareserkirina pirsgirêka kurd de ne. Dema Demîrtaş di vê mijarê de agahî dida, serokê dadgehê gotina wî birî û xwest ku van agahiyan bi awayeke nivîskî jî pêşkeşî dadgehê bike. Demîrtaş, da zanîn ku hemû axaftinên ew dikin, fealiyeteke siyasî ye.    ROLA ÇARESERIYÊ YA OCALAN Û FEDEKARIYA WΠ   Bi domdarî Demîrtaş diyar kir ku derheqê axaftina wî ya di 27’ê Mijdara 2012’an a li Amedê de jî fezleke hatiye amadekirin. Demîrtaş, anî ziman ku ji ber gotinên xwe yên têkildarî Abdullah Ocalan, posterên di mitîngê de hatine vekirin û dirûşmên hatine berzkirin tê sûcdarkirin. Demîrtaş, destnîşan kir ku di axaftina xwe de bal kişandiye ser rola çareseriyê ya Ocalan û fedakariya wî ya ji bo azadiya gelê xwe.    Di berdewamê de Demîrtaş bal kişand ser Doza Sereke ya KCK’ê û wiha pê de çû: “Serokê dadgehê ji cemaetê hate girtin. Îxtîmaleke mezin hûn jî wê demê dadger bûn. Mîna vê, eywaneke mezin wê demê jî hate amadekirin. Tevahiya wan endamên me yên partiyê û hevalên me hatin girtin. Dema hejmartin dihat kirin hevalên me bi kurdî digot ez li vir im. Serokê dadgehê jî digot; ‘mîkrofonê bigirin’ û axaftin qut dikir. Parêzeran dixwest wergerê bikin lê tu daxwaz nehatin qebûlkirin. 5 salan girtî man. Piştî rewşa girtî ya demdirêj karîn xwe ji dadgerên cemaetê xelas bikin. Wê demê ez hevserok bûm. Hevalên me ketibûn greva birçîbûnê. Hinek jê weke parlamenter hatin hilbijartin. Ji bo pêşîlêgirtina mirina wan jî me daxwazên wan bi raya giştî re parve kirin. Niha jî tiştên cemaetê kirin tên jibîrkirin. Serokê vê dozê ji ber hewldana darbeyê hate girtin. Demekî kin beriya me hate girtin û piştre hate berdan. Lê em hêj jî parastinê dikin. Niha jî cemaet çû û li şûna wê MHP hat. Dijminê hevpar jî kurd, jin û elewî ne. Yên ku ev fezleke amade kirin dizaniyan ku naveroka wê vala ye.    HERÊM RADESTÎ CEMAETÊ HAT KIRIN   Cemaetê dizanî ku dê ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê bike lewma hemû xebatên me yên siyasî asteng dikir. Heke em ji bo aştiyê mitîngê li dar bixin û walîtî û emniyet asteng bikin, wê demê li dijî aştiyê ne. Tu caran li Kurdistanê cemaetek ewqas bibandor nebû. Bi pêvajoya 2004’an re herêm bi temamî radestî cemaeta Fetullah Gulen hate kirin. Îstîxbarat, nûnerên medyayê, edliye, emniyet, dadraz, dibistanên taybet û Kolejên Nîlê hatin vekirin. Tevî vê yekê jî nekarin ji xwe re bingehekî ava bikin. Mîna dijminan nêzî me bûn.    Niha jî dixwazin bi rêya HUDA-PAR û terîqet û cemaetan bikevin herêmê lê nikarin. Li vê herêmê cara ewil kurdan îslamiyeta qebûl kir. Her tim serbixwe jiya, ziman û çanda xwe parast. Komarê jî nekarî îdeolojiya xwe ya fermî li vê herêmê têxe pratîkê. Her wiha silsileya Çiyayên Zagrosê rê nade ku kesek li vê herêmê serwer be. Kurd, weke qewmekî çiyayî tê zanîn. Binêrin, Selçûqiyan nekarîn serdestiyê bikin, Bîzansê nekarî feth bike. Kurdan, îslam weke çandekî girtin. Cewhera wê dijîn. Xwesti bi destê Fethûllah Gulen vê bi ser bixin lê nekarîn. Piştî ku nekarîn, îcar dest bi firotina olê kirin. Piştre jî fethûllahî cehimîn çûn. Dema Guleniyan êriş dikir, Erdogan û dewletê piştgirî dida wan.    PIŞTÎ BI HEZARAN SALAN KURD ROLEKÎ NAVENDÎ DILÎZIN    Piştî bi hezaran salan, gelê kurd li erdnîgariya Anatoliyayê bi roleke navendî radibin. Siyaseta navendê dikin. Ji wî çeperê ji wan re hatibû diyarkirin derketin. Bi demokratîkkirina Tirkiyeyê dest pê kirin. Ji hêla wan ve talûke mezin e. Lewma AYM û parlamento ji çav derxistin. Bes bila ku HDP navendî nebe. Hişyariya min a ji bo hevalên min e; derketina ji rêya HDP’ê dê xizmetê ji van re bike. We her kes şêland. Ka bihêlin em 10 salan vî welatî birêve bibin. Wê demê dê gel her tiştî bibîne. Ji ber ku dizanin ku êdî dê siya wan jî nemîne. Heke gel tama demokrasiyê girt, dê êdî dev jê bernede.    Partiya me li hemberî tu kesî serî natewîne. Em ji bo demokrasiyê bedel didin.    GERÎLA GERÎLA YE…   Di axaftinaeke xwe ya din de ji ber peyva gerîla têm sûcdarkirin. Ev sûc nîne. Gerîla gerîla ye. Li Amerîkaya Başûr jî heman wate ye. Kesek ji ber çalakiya xwe ya terorê weke terorîst tê dîtin. Her wiha peyva Kurdistanê heye. Bi rastî jî em şerm dikin ku ji ber vê peyvê em tên sûcdarkirin. Hinek hebe ku dibêjin Kurdistan nîne. Ev cihê şermê ye. Mimrov ziman û welatê xwe diparêze ku ev neteweperestî nîne. Em li kolanê naqîrin û bibêjin em kurd in. Dema kesek dibêje kurd û Kurdistan tune ye, em jî dibêjin hene. Ev sed sal in ji bo vê dixebitin. Serokatiya Ragihandinê jî niha ji bo vê dixebite.”    Demîrtaş, got ku piştî nîvro hevdîtina wî heye û xwest ku heta roja sêşemê navber were dayîn.    Dadgehê danişîna dozê taloqî 2’yê çileyê kir.