Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn 2023-12-29 15:02:44   AMED - Li ser rêbeja Amed-Çewligê qeza çêbû û 27 kes birîndar bûn.    Mînîbûsekê li ser rêbeja Amed-Çewligê qeza kir. Di qezayê de 27 rêwî birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Hat zanîn ku rewşa hinek birîndaran giran e.